Di nobetên edaletê de serdanên piştgiriyê didomin 2022-01-16 17:08:01 AMED/WAN - Serdanên piştgiriyê yên ji bo Nobeta Edaletê ku li Amed û Wanê didome berdewam dike. Malbatên girtiyan bang kirin ku daxwazên wan ben qebûlkirin.    Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 62'^yemîn de berdewam dike. Rêvebera Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikmuxwaran a Amedê (TÛAY-DER) Muşeher Oker, îro serdana nobetê kir. Di serdanê de dayika girtî Nazîme Boltan axivî û bang kir ku daxwazên wan bên qebûlkirin.    Xizma girtî Bîrgul Çagirci jî destnîşan kir ku gelek girtiyên nexweş hene û wiha axivî: "Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin. Ji bo vê 62 roj in dayik çalakiya xwe ya nobetê didomînin. Heta ku em encam bigirin em ê li vir bin. Ne rojek heke pêwîst bike em ê hezar roj li vir bin."   Rêvebera TÛAY-DER'ê Muşeher Oker jî got ku neberdana girtiyên nexweş nayê qebûlkirin û nêrîna wî çi dibe bila divê her girtiyê nexweş bê berdan.    WAN    Nobeta Edaletê ya li Baroya Wanê hatiye destpêkirin jî ket roja 37'an. Di çarçoveya çalakiya xwe de malbatan îro serdana TÛAY-DER'ê kirin. Di serdana malbatan de Hevserokê TÛAY-DER'a Wanê Edîbe Batûr, diyar kir ku li daxwazên malbatan xwedî derdikevin.    Xizma girtî Şefîka Ekîncî jî axivî û ev tişt got: "Girtiyan nabin nexweşxaneyê. Ji girtiyan re gelek pirsgirêk derdixin. Gardiyan di bin navê "parêzerê te hatiye" de gazî girtiyan dikin lê kesên ku tên ne parêzer in kesên ku dixwazin bi girtiyan re sohbet bikin in. Li ser vê girtî hevdîtinan red dikin û diçin qawişên xwe. Divê parêzer biçin bi girtiyan re hevdîtin bikin. Em rabin ser piya bibin dengê wan. Em têbikoşin da ku zarokên xwe ji vê zilmê xelas bibin. Em vê dixwazin. Em tenê edalet û aştiyê dixwazin."