ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-17 09:00:17 * Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê ya Navenda HDP’ê Mahfuz Guleryuz diyar kir ku ew di xebatên Tifaqa Demokrasiyê de tenê bi partiyên siyasî re dixwazin bi hemû dînamîkên civakê re werin ba hev û got: “Em di lêgerîna ku temsîliyeta rasteqîn a Tirkiyê derxin holê de ne.”  * Jinên aktîvîst, siyasetmedar, hunermend û lîstikvan ên ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tugluk were berdan kampanya îmzeyan dane destpêkirin gotin: “Divê polîtîkayek wêrek were şopandin. Em dikarin bi hev re bi ser bikevin.”    * Ji pêşenga çalakiya Nobeda Edaletê ya li Amedê Fevziye Kolakan a 71 salî bi endîşeya ku wê du zarokên xwe girtî nebine, dê ji dilê xwe emileyat bibe û dibêje, “Ez baş bibim ez ê dîsa nobedê berdewam bikim.”    * Parêzer Gîzem Mîran diyar kir ku bi tecrîda li Îmraliyê re qedexeya îşkenceyê hatiye binpêkirin û got: “Tecrîd îşkence ye. Divê tecrîd were rakirin”.    * Hevserokên HDP’a Amedê diyar kirin ku amadekariyên ji bo mitînga wan dê li Qada Îstasyonê were lidarxistin didomin û gotin: “Wê gelê Amedê carek din li dijî êrişan bibe bersiv.”    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 315'an de berdewam bike.   * Doza sercerdevan Mahmût Karaaslan û 5 lawên wî ku jinbava xwe Hamdiye Şik û birayê xwe Kadîr Karaaslan kuştibûn wê li Dadgeha Amedê were lidarxistin.    * Danişîna doza Hevserokê DBP'ê yê berê Mehmet Arslan ku negirtî tê darizandin wê li Dadgeha Amedê were lidarxistin.    * Danişîna doza Hevşaredarên Pasûrê Fatîh Taş û Fatma Ay ên qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin û 5 kesên din wê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin.     * Danişîna Doza Parka Geziyê wê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (10.00)   * Şaxa ÎHD'a Stenbolê wê Rapora Binpêkirinên Mafan a Sala 2021'an a Enqereyê wê li avahiya xwe eşkere bike. (12.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ku li Baroya Amedê dane destpêkirin wê di roja 63'yan de berdewam bike. (13.00-16.00)   * Platforma Jinan a Çîglî wê ji bo Aysel Tugluk û girtiyên nexweş li ber Şaredariya Çîglî daxuyanî bide çapemeniyê. (17.30)