Bi endîşeya ku wê zarokên xwe nebîne dê emeliyat bibe! 2022-01-17 09:08:40 AMED – Ji pêşenga çalakiya Nobeda Edaletê ya li Amedê Fevziye Kolakan a 71 salî bi endîşeya ku wê du zarokên xwe girtî nebine, dê ji dilê xwe emileyat bibe û dibêje, “Ez baş bibim ez ê dîsa nobedê berdewam bikim.”  Malbatên girtiyan li avahiya Baroya Amedê ji bo girtiyên wan ên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye werin berdan, Nobeda Edaletê dane destpêkirin û ev nobet di roja 63’yan de berdewam dike. Yek ji van dayikên ku pêşengiya nobedê dike jî Fevziye Kolakan a 71 salî ye. Lawê wê Ahmet Kolakan (47) 28 sal in girtî ye û lawê wê Mahsûm Kolakan (28) jî 8 sal in girtî ye. Dayik dixwaze zarên wê azad bibin. Dayika Fevziyê li gel ku 6 caran ji çavê xwe emeliyat bûye û dilê wê bi pîl dixebite jî her roj beşdarî nobedê dibe û di rojên pêş de wê ji dilê xwe emeliyat bibe. Fevziye Kolakan dibêje ew nizane ka wê ji maseya emeliyatê rabe ranebe û ew bi endîşeya ku herî dawî zarokên xwe nebîne dijî.    ‘DIBE KU EZ WAN NEBÎNIM’    Kolakan da zanîn ku nêzî 10 sal in dilê wê bi pîl dixebite û ji ber wê pîl biqedin ji nûve dê emeliyat bibe û got: “Ez nizanim ka ez ê cara dawî zarokên xwe bibînim an na. Ez ê bi vê endîşeyê emeliyat bibim.”    JI BER HESRETÊ DILÊ WÊ ZEÎF BÛYE    Dema dayik ji me re diaxivî rondik ji çavê wê hatin û wiha behsa bîranînek hevdîtinek girtî ya li gel lawê xwe kir: “Min wî dît ruh lê nemabû. Bavê wan tune bû, min di şertên zor de zarokên xwe xwedî kir. Ez ji serê sibehê heta êvarê di karên zehmet de dixebitîm, da ku zarokên xwe xwedî bikim. Herî dawî ku min wî dît gelek zeîf bûbû. Bûbû hestî û mabû. Êdî wisa bûye ku dilê min têra dîtina wan nake."    EMRÊ WÊ LI ÇÛNEHATA GIRTÎGEHAN DERBAS BÛ    Kolakan anî ziman ku ji bo zarokên wê werin berdan û sewqî Amedê bên kirin gelek daxwazname daye girtîgehê û Wezareta Dadê lê hemû bêbersiv mane û emrê wê li çûnehata riya girtîgehan derbas bûye. Kolakan dibêje ku êdî ew nizane li çend girtîgehan geriyaye û got: “Ez nikarim wan nîv saet bibînîm. Ez xemgîn im. Zarokên me tên îşkencekirin.”    JI BO AZADIYÊ EDALETÊ DIXWAZIN    Kolakan da zanîn ku wan ji bo azadiya girtiyan Nobeda Edaletê daye destpêkirin û xwest tavilê edalet bicih were û hemû girtî werin berdan. Kolakan destnîşan kir ku êdî emrê wan li riya girtîgehan derbas bû û got: “Êdî bes e em dixwazin zarokên xwe hembêz bikin.”    MA / Eylem Akdag- Mehmet Guleş