Guleryuz ê HDP’yî: Em di lêgerîna temsîlyeta rasteqîn de ne 2022-01-17 09:08:41 ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê ya Navenda HDP’ê Mahfuz Guleryuz diyar kir ku ew di xebatên Tifaqa Demokrasiyê de tenê bi partiyên siyasî re dixwazin bi hemû dînamîkên civakê re werin ba hev û got: “Em di lêgerîna ku temsîliyeta rasteqîn a Tirkiyê derxin holê de ne.”  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 27'ê îlona 2021'an de bi "Deklerasyona Banga Aştî, Edalet û Demokrasiyê" banga "Tifaqa Demokrasiyê" kiribû. Demeke direj e HDP xebatên vê derbarê de didomîne. Di rojên pêş de wê HDP'ê bi nûnerên partî û rêxistinên derveyî pêkhateyên xwe re bicive.    Di vê çarçoveyê de wê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, di 18'ê çileyê de li Enqerê bi nûnerên Partiya Kedê (EMEP), Malên Gel, Partiya Çepgir, Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) re bicivin. Tê payîn di civînê de nîqaşên Tifaqa Demokrasiyê ku li dijî kirîza piralî hêvî mezin bike û baweriyê ava bike bên kirin. Her wiha wê mîsyona Tifaqa Demokrasiyê ku armanc dike hemû beşên civakê têde cih bigirin weke hêza pêşeng a guherîn û veguherîna demokratîk bê axaftin.    Di derbarê vê xebata HDP’ê de em bi Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirina Navendî ya HDP’ê Mahfûz Guleryuz re axivîn.    TIFAQA DEMOKRASIYÊ YA BERFIREH    Guleryuz anî ziman ku wan bi eşkerekirina danezana belav kirin pirsgirêkên li Tirkiyê tespît kirine û derbarê vê yekê de reçeteya dermanê vê yekê belav kirine û wê danezanê di heman demê de daxwaza hemû beşên civakê bûye û nexşerêya wan e. Guleryuz da zanîn ku ew hevdîtinên tifaqê tenê li ser tabana partiye û li cihek ku deng lê xuya dikin digirin dest û wiha got: “Em dixwazin diyar bikin ku ka em ê çawa ji vê rewşa kaotîk a li Tirkiyê derkevin û nexşerêya xwe zelal dikin. Lewma me pêvajoya tifaqê wek ‘Tifaqa Tirkiyê’ û ‘Tifaqa Demokrasiyê’ pênase kir. Em tenê ne partiyên çep, çepgir bînin cem hev, em dixwazin hemû dînamkên muxalîf ên ku ji vê rejîmê zirarê dîtine bînin cem hev û di tifaqa demokrasiyê ya herî mezin de bicih bikin.    BI HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ RE TÊN CEM HEV    Me piştî danezanê bi hemû rêxistinên ku temsîliyeta wan li Meclîsê nîne re têkilî danî. Em nîqaşa ku wan çawa tevlî vê pêvajoyê bikin dikin. Pêvajoyek nîqaşên giran tê birêvebirin. Ev pêvajo tenê ne bi partiyên siyasî sînordar e. Em dixwazin hemû rêxistinên sivîl, rêxistinên kedê û pîşeyî, komeleyên herêman û hemû beşên civakê di bin banê vê sîwanê de bicivînin û tevlî bikin. Em niha xebatek wiha ya bêhempa birêve dibin. Em di lêgerîna ku temsîliyeta rasteqîn a Tirkiyê derxin holê de ne.”    HEMÛ ALIYAN TÎNIN BA HEV    Guleryuz destnîşan kir ku armanca partiya wan ew e ku armancek hevpar her kesî kom bikin û rastiyek heye ku tekane partiyek ku dikare hemû aliyan li cem hev kom bike HDP ye. Guleryuz got lewma jî ew dixwazin navê ‘Tifaqa Demokrasiyê’ li vê yekê bikin. Guleryuz anî ziman ku HDP navê hêvî û baweriyê ye û ew bi hêvî ne ku wê vê pêvajoyê bi serketî temam bikin. Guleryuz destnîşan kir ku îqtidara AKP’ê xwe bi krîzan têr dike û li ser piya digire û heke ev tifaqa berfireh were avakirin wê bi AKP’ê bide windakirin.    MA / Bêrîvan Altan