Parêzer Gîzem Mîran: Tecrîd sûc e û divê were rakirin 2022-01-17 09:08:42 AMED - Parêzer Gîzem Mîran diyar kir ku bi tecrîda li Îmraliyê re qedexeya îşkenceyê hatiye binpêkirin û got: “Tecrîd îşkence ye. Divê tecrîd were rakirin”.  Hevseroka Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Navenda Mafê Mirovan a Baroya Amedê parêzer Gîzem Mîran tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji ajansa me re nirxand.    ‘TECRÎD QEDEXEYA ÎŞKENCEYÊ BINPÊ DIKE’   Mîran da zanîn ku tecrîd di warê hiqûqî de “teşekirina dîzyankirina girtîgehan e” û got: “Tecrîd binpêkirina qedexekirina îşkence û muameleya xerab e. Her wiha mafê mirovan binpê dike. Di wateya netewî de tecrîd tê wateya binpêkirina qedexekirina îşkenceyê û muameleya xerab. Tecrîda li ser Ocalan veguheriye polîtîkayek rêveberiyê. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê dest pê kiriye û belavî ser hemû girtîgehan bûye. Ji girtîgehan jî belavî ser tevahiya civakê bûye. Qedexekirina hevdîtina parêzeran û malbatan jî nîşaneya vê tecrîda giran e. Bi vê tecrîdê re jî gelek sepanên kêfî pêk tên. Tecrîda ku di dewrê de ye ne bi yasayî û ne jî bi hiqûqî nayê ravekirin. Divê tavilê tecrîd were bidawîkirin, li gel birêz Ocalan hevdîtin werin destpêkirin û îşkenceya li girtîgehan bi dawî bibe.”