Kolberek birîndar bû 2022-01-17 09:54:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê di encama gulebarana pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû.    Li gorî nûçeya RojNewsê duh li herêma Sardabî yê bajarê Banê ya Rojhilatê Kurdistanê kolberê bi navê Osman Resûlî yê xelkê Banê ji aliyê pasdarên Îranê ve hat gulebarankirin. Di encama gulebaranê de kolberê kurd bi giranî birîndar bû. Şêniyên herêmê birîndar rakirin nexweşxaneyê.