Rewşa girtiyê 29 salan Yildirim giran dibe 2022-01-17 11:31:43   ÎZMÎR - Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Abdulbarî Yildirim ku 29 sal in girtî ye giran dibe. Xwişka Yildirim Turkan Yildirim, ev tişt got: "Heke tiştek bê serê kekê min wê berpirs dewlet û rêveberiya girtîgehê be."   Girtiyê nexweş Abdulbarî Yildirim (60) ku 29 sal in girtî û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de cih digire, her ku dçe rewşa wî giran dibe. Yildirim, di sala 1993'an de hatiye binçavkirin û di sala 1994'an de li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) tê darizandin û bi angaşta "endamtiya rêxistinê" cezayê muebbetê lê tê birîn. Ji ber îşkenceya ku lê hatiye kirin hemû diranên wî ketine û 29 sal in bê diran dijî. Ji ber şertên ne baş ên girtîgehê nexweşiyên mîdeyê, mîgren, farenjît, fitqa piştê û tansiyona bilind lê peyda bûne.    Xwişka Yildirim Turkan Yildirim, derbarê rewşa kekê xwe de axivî û diyar kir ku kekê wê di gihandina tenduristiyê de gelek pirsgirêk dijî û dewlet bi nêzikbûna "em wan nekujin û xwedî bikin?" nêzî girtiyên siyasî dibe.   'PIŞTÎ 9 MEHAN WÎ RADIKIN NEXWEŞXANEYÊ'    Yildirim, da zanîn ku piştî ku kekê wê ketiye girtîgehê nexweşî lê peyda bûne û wiha got: "Dema ku hat girtin ji ber îşkenceya giran ku lê hatibû kirin hemû diranên wî ketin. Rexmî ku me gelek caran daxwazname dan jî diranên wî çênekirin. Ji ber şertên girtîgehê gelek nexweşî lê peyda bûne. Nexweşiyên wî her ku diçin giran dibin. Divê bê tedawîkirin lê nayê tedawîkirin. Rêveberiya girtîgehê peywira xwe bi cih nayne. Ji bo berdana kekê min me serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) da lê tu awayî me bersiv negirt. Sutiyê kekê min par diwerimî. Ji ber vê werimandinê nikaribû rakeve. Ji ber vê nexweşiyê piştî 4 mehan wî radikin revî û bijîjk divê biçe nexweşxaneyê lê rêveberiya girtîgehê wî nabe nexweşxaneyê. Ji bo vê min bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kir, got ku wê wî bibin nexweşxaneyê lê wî nebirin. Piştre min serî li ÎHD'ê da. Piştî van hewldanên min wî 9 meh şûn de birin nexweşxaneyê."   'NIKARE PÊWISTIYÊN XWE SEREKE BIBERSIVÎNE'   Di berdewamê de Yildirim, bi lêv kir ku kekê wê ji ber guatrê emeliyat kirine û agahî nedane wan û ev tişt anîn ziman: "Diviya ku hefteyekê li nexweşxaneyê bimana lê tenê şevekê li nexweşxaneyê hiştin. Piştî emeliyatê 15 rojan bi tena serê xwe li odeya qarantînayê hat ragirtin. Herî dawî di 10'ê çileyê de pê re axivîm. Got ku bi 13 kesan re li heman qawişê dimîne û rewşa wî ne baş e. Ji ber nexweşiyên xwe b rojan ranakeve û timik êş dikişîne. Hin rojan bi alîkariya hevalên xwe pêwistiyên xwe yên bingehîn dibîne. Ji ber fitiqa piştê hin caran nikare ji nav nivînan rabe. Dixwaze biçe nexweşxaneyê lê bi hinceta pandemiyê wî nabin nexweşxaneyê."   'EM NEKUJIN Û XWEDÎ BIKIN?'   Yildirim, bertek nîşanî nêzikbûna rêveberiya girtîgehê û desthilata siyasî ya li dijî girtiyan da û derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Desthilat hewl dide di ser girtiyan tolê ji kurdan bigire. Armanca wan kuştina girtiyan e. Dewlet bi nêzikbûna "em wan nekujin û xwedî bikin?" nêzî girtiyan dibe. Heke tiştek bê serê girtiyên nexweş û kekê min di serî Wezîrê Edaletê û rêveberiya girtîgehê berpirsyar bin. Rêveberiya girtîgehê bi tedawî nekirinê girtiyan terkî mirinê dike. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Hemû girtî di bin tecrîdê de ne. Ev rewş nayê qebûlkirin. Girtiyên ku poşmaniyê qebûl nakin bernadin. Rexmî ku kekê min girtiyê nexweş e jî nayê tedawîkirin. Dewlet bi vê sûc dike."