Malbata Şenyaşar: Gelo wê kesekî ku ji vê zilmê re bibêje bes e dernekeve? 2022-01-17 11:42:12   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne ev pirs kir: "Gelo wê rayedarekî xwedî wijdan ku ji vê zilmê re bibêje bes e dernekeve?"   Di encama êrişa ku xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li dijî dikana wan pêk anîn hevjîn û 2 zarokên Emîne Şenyaşar jiyana xwe ji dest dan. Li dijî vê zilma li hemberî malbata xwe Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta edaletê kirin. Nobeta Edaletê di roja 315'an de berdewam dike. Îro jî Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeyê û dest bi çalakiya xwe kirin.    Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal jî ev parvekirin kir: "Salek e dayikek li ber deriyê Edliyeya Rihayê li benda edaletê ye. Wezîrê Edaletê dibêje, 'Deriyê edliyeyê deriyê edaletê ye'. Welatî ji gotinên li ser kursiyan tên kirin bawer bikin an ji tiştên tên kirin bawer bikin? Gelo wê rayedarekî xwedî wijdan ku ji vê zilmê re bibêje bes e dernekeve?"