Gergerlîoglû ji bo xerc û bihayên xwarinên girtiyan pêşniyarqanûnekê da meclisê 2022-01-17 12:44:55 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû, bi armanca ku di qanûna xerc û bihayê xwarinên ku ji girtiyan tê girtin de guhertin bê kirin pêşniyarqanûnekê da meclisê.    Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, bi armanca ku di qanûna xerc û bihayê xwarinên ku ji girtiyan tê girtin de guhertin bê kirin pêşniyarqanûnekê da meclisê. Di pêşnîyarqanûna xwe de Gergerlîoglû, pêşniyar kir ku ji bo xwarinê ji girtiyan pere neyê girtin, ji bo xerckirina av û ceyranê sînorek bê danîn û heta vê sînor av û ceyran bêpere bê dayîn, mesrefa hevdîtina girtî ya bi malbata wî re ji ber ku mafekî mirovî û wijdanî ye ji aliyê dewletê ve bê pêşwazîkirin, ji bo mesref neyê zêdekirin dema ku girtî ji bo cihên dûrî malbatên xwe bên veguhastin mesrefa vê ji aliyê Wezareta Edaletê ve bê dayîn.