Malbatên girtiyên nexweş: Li girtîgehan ‘hiqûqa dijminatiyê’ tê sepandin 2022-01-17 13:02:55   STENBOL - Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan bertek nîşanî zext û muameleya xerab dan û gotin: “Li ser girtiyan hiqûqî dijminatiyê tê sepandin.”   Li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene û nayên berdan. Gelek girtî jî cezayê xwe qedandine û nayên berdan û berdana wan hatiye taloqkirin. Malbatên van girtiyan li dijî neberdana girtiyên xwe bi bertek in û hêrsa xwe li dijî vê tînin ziman.    Malbatên girtiyan ên li Stenbolê li dijî binpêkirina mafên girtiyan, zextên li ser girtiyan û neberdana girtiyan axivîn û nerazîbûna xwe nîşan dan.    MAFÊ TEDAWIYÊ TÊ ASTENGKIRIN    Cemîle Çîftçî ya xwişka girtiyê nexweş Selîm Çîftçî yê li Girtîgeha Ûmraniyeya Stenbolê tê ragirtin diyar kir ku mafê tedawiya birayê wê tê astengkirin û mafê tenduristiyê yê girtiyan hatiye desteserkirin. Çîftçî da zanîn ku ceyran, av girtiyan tê birîn û ew pere û cilan ji girtiyên xwe re dişînin lê nagihîje wan.    JI TÊKOŞÎNÊ DITIRSIN   Çîftçî anî ziman ku ji ber binpêkirinên mafan ên diqewimin girtî jiyana xwe ji dest didin û got: “Li girtiyan her cûre zext û îşkence tê kirin. Îqtidar ji têkoşîna malbat û girtiyan ditirse. Îqtidar tehamûlî kurdan nake û zextan li kurdan dike. Em li Enqereyê çûn ber Wezareta Dadê lê me dît ku bi çavek dijminatiyê dinêrin. Em ê li gel zextan jî dest ji têkoşîna xwe bernedin, divê her kes têbikoşe.”    BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ WERIN TEDAWÎKIRIN    Kumru Akgul a xwişka Erdal Ozel ku li Girtîgeha Tekîrdagê di hucreyê de tê ragirtin jî da zanîn ku 16 sal in birayê wê di hucreyê de tê ragirtin û girtî bi pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê re rûbirû mane. Akgul got Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora “dikare di hepsê de bimîne” daye birayê wê û xwest girtî werin berdan da ku li derve baş werin tedawîkirin.    JI DAYIKAN DITIRSIN   Akgul anî ziman ku îqtidar ji daxwaz û têkoşîna dayikên laçik spî ditirse û got: “Tu heqî nadin girtiyên me. Ez bang li hemû malbatên girtiyan û kesên xwedî wîjdan dikim ku deng bidin dengê malbatên girtiyan û çi bikeve ser milê me em ji bo girtiyên xwe bikin.”    ‘QÎRÎNÊN ME DIGIHÎJIN ERŞÊ ESMAN’    Salîha Yilmaz a dayika Egît Yilmaz ê li Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê girtî ye jî diyar kir ku ew tenê ne ji bo lawê xwe ji bo tevahiya girtiyên kurd têdikoşe û got: “Êdî em naxwazin zarokên me li girtîgehan bimirin. Em dixwazin zarokên me werin tedawîkirin û berdan. Bi çavê dijminatiyê li me dinêrin. Bila wisa li me nenêrin, yên ku van biryaran digirin gelo zarokên wan tune ne? Ma qet wîjdana wan tune ye? Êdî deng û qîrîna me digîhije erşê esman.”    ‘EDALET HEBÛYA WÊ ŞERM BIKIRINA’    Yilmaz destnîşan kir ku sepanên li girtîgehan di dewrê de ne ji bilî “hiqûqa dijminatiyê” ne tiştekî dine û got: “Nikarin serê me bitewînin, lewma jî ciwanên me û siyasetmedarên me diavêjin zindanan. Em qet nebûn alîgirên şer, me her tim azadî û aştiyê xwest. Em îro jî aştî û azadiyê dixwazin. Lawê min 10 sal in girtî ye lê tiştek nemaye ku nehatiye serê wî. Em çalakî û şahiyan ji bo girtiyên xwe li dar dixin, lê bi dijminatî nêzî me dibin. Ev nêzîkatiya li hember me jî dide nîşandan ku edalet nemaye. Heke edalet hebûya wê ji van laçikên li serê me şerm bikirina.”    ‘ÊDÎ NETIRSIN’    Yilmaz destnîşan kir ku divê êdî kurd li dijî her cûre zextan serî rakin û wiha got: “Êdî tiştek em ê bitirsin nemaye. Zarokên me ji bo azadiya gelê me di hepsan de ne. Ew li zindanan li ber xwe didin em jî ji bo wan li derve li ber xwe bidin.”