Rojê nanekê didin girtiyan 2022-01-17 13:12:02 WAN - Girtî Harûn Olmez binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê vegot û ragihand ku rojê nanekê û 4 kevçî xwarin didine wan.  Binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê berdewam dikin. Girtî Harûn Olmez, ji girtîgehê bi telefonê malbata xwe re axivî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji malbata xwe re ragihand. Olmez, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê ji bo çareserkirina pirsgirêkan nakeve nav hewldanan û ev tişt got: "Rêveberî diyalogê red dike û pirsgirêkên ku em  radigihînin çareser nake."   ROJÊ NANEKÊ   Olmez, diyar kir ku her girtiyekî siyasî dikin qawiş û qorîdorên cuda û bi van gotinan qala binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir: "Ji ber ku rewşa hin hevalên me nîne nikarin ji xwe re televîzyon û sarincê bikirin. Em daxwazname didin daxwaznameyên me winda dibin. Destûr nadin ku em pirsgirêkan jî bînin ziman. Dîsa hevdîtinên me qeyd dikin. Hemû aktîvîteyên me yên civakî qedexe ne. Em pirsgirêka xwarinê dijîn. Beriya niha rojê du nanan didan, niha jî tenê nanekê didin. Li ser bertekên me dest bi dayîna 2 nanan kirin; lê xramên nanan gelek daxistine. Nan têra me nakin. Di xwarinan de qet vîtamîn nîne. Ji ber vê jî hevalên me nexweş dikevin. Di taştê de firingiyek didin, ew nîvê wê xerabe ye. Serê mirovê 5 zeytûn didin. Qet xwarina bigoşt tune e. Xwarin jî 3 ango 4 kevçî didin. 10 rojan ji bo ku hevalên me yên din têr bixwin me xwarin negirt, lê guhertin çênebû."    CEYRANÊ BIRÎN    Di berdewamê de Olmez, bi lêv kir ku ji ber fatoeyên ceyranê zêde tên hin hevalên wan nikarin fatoreyên xwe razînin û wiha got: "Qawiş bêceyran dimînin. Fatoreyên ceyranê gelek zêde bûne. Dema ku em rojekê fatoreya ceyranê nedin bi birîna ceyranê gef li me dixwin. Ji ber ku hin qawişan fatoreyên xwe nedane ceyranê wan hatine birîn. Ne dikarin çay ne jî xwarinê ji xwe re çibikin. Girtiyên ku cezayê wan qediyan e û nayên berdan jî hene. Li dijî vê em bertek nîşan didin lê encam nagirin. Ji ber vê em bang li kesên ku mafên girtiyan diparêzin, parastvanên mafên mirovan û demokratan dikin; em dixwazin dengê me bibihîzin û bidin bihîstin."