5 roj in agahî ji 3 kolberan nayê girtin 2022-01-17 13:25:10   COLEMÊRG - Li navçeya Şemzînanê, 3 kolberên ku ji rojhilatê Kurdistanê hatine sînor ji ber barîna zêde ya berfê 5 roj in agahî ji wan nayê girtin.    Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, 3 kolberên ku ji navçeya Mirgever a Ûrmiyeyê ya rojhilatê Kurdistanê hatine herêma Şepeta Gerdî ya Şemzînanê, di bahozê de winda bûne û 5 roj in agahî ji wan nayê girtin. Tê gotin navê kolberan Barzan Mîhendî, Eshed Seydanîferd û Behlûl Seydanîferd e û li Geliyê Bênar winda bûne. Li her du aliyên sînor jî bi awayekî bisînor xebata lêgerîna kolberan hat kirin û li şopên wan nehatin dîtin û sekna bihêvî ya malbatên wan didome. Hat ragihandin ku piştî barîna berfê bisekine wê careke din xebatên lêgerîna bên destpêkirin.