Polêsan li Silopiyayê 3 kesan binçav kirin 2022-01-17 13:35:17   ŞIRNEX -  Li navçeya Silopiyayê ya  Şirnex, di serdegirtina malan de polêsan 3 kesan binçav kirin.   Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, polêsan di saetên serê sibehê de bi ser malan de girt û 3 kesan binçav kirin û birin Miduriyeta Polisan a Navçeyê. Sedema binçavkirina wan nehat hînkirin.    Welatiyên ku hatine binçavkirin navê wan wiha ne: Nûrûlah Çetîn, Îslam Kûrtay û Husnu Başak    Tê gotin ku polêsan bi ser gelek malan de girtin û dibe ku di saetên pêş de hejmara kesên hatine binçavkirin zêde bibe.