6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li endama MEBYA-DER'ê birîn 2022-01-17 13:48:55   AMED - Li Amedê, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li endama MEBYA-DER'ê Yildiz Damla hat birîn.    Danişîna biryarê ya doza Endama MEBYA-DER'ê Yildiz Damla ku di 3'ê adara 2020'an de li Amedê hatibû binçavkirin û hatibû berdan li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Damla tevlî danişînê nebû, parêzera wê Semra Balyan li danişînê amade bû. Parêzer Balyan, di danişînê de parastina muwekîla xwe kir û got ku sûcdariyên li muwekîla wê tên kirin derbarê mafên bingehîn û azadiyan e û ne sûc in. Heyeta dadgehê, bi angaşta ku sûcê "endamtiya rêxistinê" kiriye 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Damla birî.