Doza Geziyê: em teslîm nabin, hûn teslîm bibin 2022-01-17 14:03:18   STENBOL - Parêzer Can Atalay ê ji Doza Parka Geziyê tê darizandin bertek nîşanî dozger û îqtidarê da û got: “Em teslîm nabin, hûn teslîm bibin.”    Danişîna doza Parka Geziyê berdewam dike. Karsaz Osman Kavala jî di nav de 16 parêzvanên mafê mirovan û 35 endamên grûba çArşi ya tîma Beşîktaşê ji dozê tên darizandin. Danişînê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê dest pê kir. Ji ber beşdariya zêde danişîn li eywana 27’em Dadgeha Cezayê Giran hat lidarxistin. Gelek siyasetmedar, nûnerên rêxistinên sivîl û kes dozê dişopînin. Beriya danişîn dest pê bike beşdarên dozê li ber edliyeyê daxuyanî dan çapemeniyê û pişt re derbasî hundir bûn.    ‘NE EM DIVÊ ÎQTIDAR TESLÎM BIBE’    Karsaz Osman Kavala wek danişîna berê dîsa beşdarî danişînê nebû. Danişînê bi xwendina navên kesên tên darizandin dest pê kir. Parêzer Can Atalay ê ji dozê tê darizandin got ew ê li şûna parastinê qala berxwedana Geziyê bike. Atalay anî ziman ku kes nikare Geziyê reş bike û îqtidara siyasî bi riya darazê tiliya xwe ji wan re dihejîne. Atalaya da zanîn ku îqtidar dixwaze çalakiyên Parka Geziyê wek kompoloyek navnetewî nîşan bide û got: “Dixwazin Geziyê û fikra wê teslîm bigirin. Îqtidar û nûnerên wê ji me re dibêjin ‘teslîm’ bibin. Em ê teslîm nebin. A rast ew e ku hûn teslîm bibin.”    Piştî Can Atalay kesên din ku ji dozê tên darizandin axivîn. Dadgehê navber da danişînê û piştî navbera nîvro wê berdewam bike.