PENa Kurd banga bijartina dersa kurdî kir 2022-01-17 14:23:20   NAVENDA NÛÇEYAN - PENa Kurd bi daxuyaniya ku da bal kişand ser bijartina dersa kurdî ya li dibistanan û xwest malbatên kurd ji bo zarokên xwe dersa kurdî bijêrin.    Komîteya Birêveber a Navenda PEN'a Kurd bi daxuyaniyek nivîskî bal kişand ser hilbijartina dersa bijarte ango bijartina dersa zimanê kurdî. PENa Kurd di daxuyaniyê de bi bîr xist ku li Tirkiyeyê di 3'yê vê mehê de serlêdanên hilbijartina dersa kurdî ji bo perwerdeya heyama 2022-2023'yan dest pê kir û 21'ê mehê serlêdan wê biqedin û xest malbatên kurd dersa kurdî bijêrin.    Daxuyaniya PENa Kurd a ji bo dersa bijarte wiha ye:    "Li Tirkiyeyê di 3'yê vê mehê de serlêdanên hilbijartina dersa kurdî ji bo perwerdeya salên 2022-2023'yan dest pê kir û 21'ê mehê serlêdan wê biqedin. Şagirtên di polên 5, 6, 7 û 8'emîn de gerek di vê demê de serlêdanên xwe biqedînin, da ku sala pêşiya me karibin hefteyê 2 saetan dersa kurdî bibînin. Her çiqasî ev derfetek hindik be jî, hewce dike em xwedî lê derkevin û ev ji bo sibehê bibe bingehek. Loma rayedar bixwazin çi astengîyan derxînin jî, gerek em li ser bisekinin û bigihijin encamê.      BERGIRÎ Û ASTENGÎ LI PÊŞIYA ZIMANÊ KURDÎ ZÊDE BÛN    Wek ku em tevde zanin, li Tirkiyeyê ev sed sal in li hember ziman û çanda kurdan qirkirinek tê meşandin. Dema ku pir mecbûr dimînin jî, hin gavin biçûk diavêjin lê ew jî li ser kaxezê dimînin, ji ber ku hertim ji bo ew heq jî neyên bikaranîn astengiyan derdixînin.   Di Pêvajoya Çareseriyê de di 2012'an de di dibistanan de hilbijartina dersa kurdî hatibû qebûlkirin û bi dehhezaran şagirtî serî lê dabûn. Lê dema siyaset hate guhertin, bergirî û astengî zêde bûn. Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di sala 2021'ê de ji bo dersa zimanê kurdî tenê 3 mamoste wezîfedar kiribûn. Helbûkî bi dehhezaran şagirtên ku dixwazin perwerdeya kurdî bibînin hene û bi sedan mamosteyên kurd bê kar in.   BANGA BIJARTINA DERSA KURDΠ   Gelek saziyên kurdan di nav hewldan û bangawaziyê de ne da ku xelkê me ji bo zarokê xwe dersa kurdî hilbijêrin. Helbet ev ne bes e û heya kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê wê tekoşîna me dewam bike, lê derfeta herî biçûk jî gerek em bi kar bînin. Em wek PENa Kurd bang li gelê xwe dikin û dibêjin; serlêdan vê hefteyê diqede, gerek em dereng neminin û dersa kurdî hilbijêrin."