Ji gotina "xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im" beraet kir 2022-01-17 14:41:52 RIHA - H.Ç. ku ji ber gotina "xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im" bi angaşta "propagandaya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin, beraet kir H.Ç. (19) ku li navçeya Hewagê dijî, ji ber ku di 29'ê adara 2021'an de li ser hesabê xwe yê medya sanal gotina "xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im" parve kiribû, doz lê hatibû vekirin. Danişîna yekemîn doza ku li H.Ç. hatibû vekirin, li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê hat dîtin. H.Ç. û parêzerê xwe Bekir Benek li danişînê amade bûn.    Di danişînê de destpêkê H.Ç. û parêzerê xwe Benek mafê axaftinê girtin. H.Ç. diyar kir ku hesabê li ser parvekirin hatiye kirin hesabê wî ye û ne bi armanca sûc parvekirinê kiriye û beraeta xwe xwest. Parêzerê wî Benek jî tevlî parastina muwekîlê xwe bû û daxwaza beraeta muwekîlê xwe kir.    Lê dozger ji ber parvekirinê xwest ku H.Ç. bê cezakirin.   Heyeta dadgehê ji ber gotina "xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im" H.Ç. beraet kir. Lê bi hinceta ku "ala tirk avêtiya erdê"  bi sûcdariya "elematên serweriya dewletê biçûk xistiye" 8 meh cezaye girtîgehê li H.Ç. birî û aşkerakirina hikmê taloq kir.