ÎHD: Li Enqereyê binpêkirina mafan zêde bûye 2022-01-17 15:08:40   ENQERE - Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê eşkere kir ku di sala 2021’an de 368 kesan ji bo mafê wan hatiye binpêkirin serî li komeleya wan dane.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê Rapora Binpêkirinên Mafan a Sala 2021’an a Enqereyê eşkere kir. ÎHD’ê ji bo raporê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêvebera ÎHD’a Enqereyê raporê eşkere kir û diyar kir ku di sala 2021’an de ji ber binpêkirinên mafan gelek kesan serî li komeleyê daye.   368 KESAN SERLÊDAN KIRIYE    Koçak anî ziman ku di sala 2021’an de gelek bi binpêkirina mafan re rûbirû maye û ji çêran bigire heta îşkenceyê û bûyerên revandinê kesan serî li saziya wan daye. Koçak da zanîn ku li Enqereyê di sala 2021’an de 314 kesan ji girtîgehan ji ber îşkence û muameleya xerab serî li komeleyê daye û 32 kes jî wextê xwestine daxuyanî bidin bi tundiyê re rûbirû mane. Koçak got ji ber Meşa Rûmetê 20 kesên bi çêrên zayendperest, îşkenceyê û lêdanê re rûbirû mane serî li komaleyê dane û di sala par de bi giştî 368 kesan serî li komeleya wan dane û piştevaniya hiqûqî xwestine. Koçak got ew li dijî îşkence, tundî, lêdan, heqaret û her cûre muameleyên xerab vedixwînin nava têkoşîna mafê mirovan û divê li her derî mafê mirovan were parastin.    Koçak di dewama raporê de daneyên raporê eşkere kir.