Li Riha û Colemêrgê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan 2022-01-17 15:39:47   RIHA/ COLEMÊRG - Li Riha û Colemêrgê 2 leşkeran Artêşa Tirk jiyan xwe ji dest dan.   Li taxa Ozbek a navçeya Serokaniyê ya Rihayê, wesayîta bi pîlaqeya 63 ADA 174 ji ber sedemeke ne diyar şewitî. Li ser agahdarkirinê tîmên agirkujiyê hatin cihê bûyerê û şewatê vemirandin. Di wesayîtê de cenazeyê çawişê pispor ê bi navê Îsmaîl Gezer hat dîtin. Cenazeyê Gezer rakirinê Saziya Tipa Edlî (ATK) û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.    Hat angaştkirin ku li Herêma baregeha 1'emîn Fermandariya Tabûra Cendirmeyên Qomando ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê di encama teqîna bombeyeke destan de çawişê pispor ê cendirme Ayberk Soyûtemîz jiyana xwe ji dest daye. Walîtiya Colemêrgê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û angaşt kir ku teqîn bi qezayê çêbûye.    Hefteyek berê jî hatibû angaştkirin ku leşkerê bi navê Ferhat Ozcan di encama qezaya çekê de jiyana xwe ji dest daye.