Dibe ku ciwanê polisan gule lê reşandibûn seqet bimîne 2022-01-17 16:04:54   RIHA - Hat diyarkirin dibe Firat Eken ku polisan bi angaşta "reviyaye" gule lê reşandibû seqet bimîne.    Hat hînbûn ku di 9'ê çileyê de li taxa Suleymaniye ya Rihayê, polisên lêgerîna ser mirovan pêk anîne û bi angaşta ku "reviyaye" gule li ciwanê bi navê Firat Eken (21) reşandiye û ji piyê wî ve ew birîndar kirine. Eken ku niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê ya Rihayê tê tedawîkirin giliya polisên ku gule lê reşandin kir. Rexmî ku di ser bûyerê re 9 roj derbas bûne jî îfadeyê Eken nehatine girtin.    Hat diyarkirin ku wê di 19'ê çileyê de Eken ji çoka xwe bê emeliyatkirin û dibe ku seqet bimîne.    Malbata Eken bi armanca piştgiriya hiqûqî serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Rihayê da.