ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'Ê 2022-01-18 09:00:06 * Li Şirnexê li şûna dibistanên di dema qedexeyên derketina derve de hatin hilweşandin navendên bazirganiyê tên çêkirin. Egîtîm Sen a Şirnexê bertek nîşanî vê da. * Li Wanê derheqê Samî Tay de ku ji ber strana kurdî ya bi navê "Erdalê Pirsûsî" di telefona xwe de guhdar kiriye hat binçavkirin û paşê hatiye berdan, bi îdiya "propagandaya rêxisyinê" îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de tê xwestin ku 5 sal ceza li Tay bê birîn.    * Nasir Yagiz ku li dijî tecrîda Îmraliyê 187 rojan di greva birçîbûnê de mabû, têkildarî tecrîda li ser Ocalan got: "Her rê û rêbazên berxwedanê rewa ne. Divê ciwan erka xwe ya dîrokî pêk bînin."   * Kazim Yilmazê ku piştî 20 salan çû gundê xwe yê li Dersimê û bi zor û zehmetiyên krîza aborî re rû bi rû ma, got: "Ji ber zemên tên kirin em nikarin debara xwe bikin."    * Heyeta Şopandina Girtîgehên Marmarayê ya ku ji bo meseleya girtiyên nexweş, girtiyên înfaza wan hatine şewitandin û zextên li girtîgehan çareser bike hat avakirin, ragihand ku ji bo rayedar gavina bavêjin çi hewce be dê bikin.    * Seroka Giştî ya TKDF'ê Canan Gullu, anî ziman ku piştî bi şaredariyan re protokola Xeta Alîkariya Lezgîn a Tahdeya Navmalê îmze kirine serlêdan zêde bûne. Gullu, da zanîn ku di 15 salên dawî de 82 hezar û 253 jinên mexdûrê tahdeyê telefonî xetê kirine.    * Nobeta malbata Şenyaşar di roja 316’an de berdewam dike.   * Danişîna doza ku di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de li Serokê Komeleya Sarmaşikê ku bi KHK'ê hatibû girtin Mehmet Şerîf Çamçi hatibû vekirin wê li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin.    * Wê HDP komcivîna xwe li dar bixe. (12.45) ZINDÎ   * Wê li Stenbol û Enqerê ji bo xwendekarê zanîngehê Enes Kara û zarokê 16 salî Bahadir Odabaşi ku dawî ber bi întiharê ve hatibû defandin daxuyanî bên dayîn. (11.00-13.30)   * Wê xebatên mitînga ku HDP li Qada Stasyonê ya Amedê li dar bixe berdewam bikin. (13.00)   * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Amedê di roja 64'an de berdewam bike. (13.00-16.00)