Çalakgerê greva birçîbûnê Yagiz: Divê her kes li berxwedana li Îmraliyê xwedî derbikeve 2022-01-18 09:00:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Nasir Yagiz ku li dijî tecrîda Îmraliyê 187 rojan di greva birçîbûnê de mabû, têkildarî tecrîda li ser Ocalan got: "Her rê û rêbazên berxwedanê rewa ne. Divê ciwan erka xwe ya dîrokî pêk bînin."  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji 15'ê Sibata 1999'an heya niha li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê bi awayekî girankirîtê tecrîdkirin. Her wiha ji 25'ê Adara 2021'ê ve jî tu xeber jê nayên girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî nayên bersiavan. Bertek û çalakiyên li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê jî didomin.    Nasir Yagiz ku di dema greva birçîbûnê ya di 8'ê Mijdara 2018'an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê li girtîgehê li dijî tecrîdê dest pê kir û paşê li bi hezran gritî tevlê bûn û 200 rojî dewam kir, li Hewlêr a Herêma Kurdistana Federe li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiribû û 187 rojan di grevê de mabû. Yagiz, têkildarî tecrîda li Îmraliyê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.    'BERPIRSYARIYEKE WÎJDANÎ BÛ'    Yagiz, çalakiya greva birçîbûnê ya di 8'ê Mijdara 2018'an de bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê dets pê kiribû û ew jî di wê demê de 187 rojan tê de mabû bibîr xist û got: "Rast e, me şahîdiya pevajoyeke dîrokî kir. Tecrîda dijmirovî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan, di nava gelê Kurd de û bi taybetî jî di zindanan de bû sedema hêrseke mezin. Birîna komploya navneteweyî di nava gelê kurd de her tim xwînê diherikîne. Ji ber vê yekê cîhan bû şahid ku bi sedan fedaî li dora Birêz Ocalan bedena xwe kirin guleyên êgir. Nêzîkatiya li hemberî Rêberê Gelê Kurd wekî sedema şer û aştiyê tê nirxandin. Birêz Ocalan xeta sor a gelê kurd e. Ji ber ku min wekî ferdekî kurd ev nêzîkatiya hovane qebûl nekir, min bi îradeya xwe bedena xwe da ber mirinê. Wekî ferdekî kurd min xwest ez li hundir û derve beşdarî têkoşîna bi rûmet a hevala Leyla Guven bibim. Ew atmosfer di heman demê de ji me re bû neynik. Wê pêvajoyê di min de pirsek hebûnî çêkir. Ji bo Rêbertiya min, nasnameya min, gelê min û nirxên min ê têkoşer re ev pirseke wijdanî bû."   'BERXWEDAN REWA YE'    Yagiz, anî ziman ku di vê pêvajoyê de tişta ku herî pêwîst li hemberî tecrîdê berxwedan e. Yagiz, destnîşan kir ku divê gelê kurd li hemberî tecrîdê bertekek tund nîşan bide û got: "Didestpêkê de divê gelê kurd bi ruhê serhildanê rabe ser pêyan. Konsepta tasfiyekirina gelê kurd di şexsê Îmraliyê de li dijî gelê kurd e. Berxwedana herî mezin a dîrokê îro li Îmraliyê tê dayîn. Birêz Ocalan 23 sal in li dijî pergala îşkenceya Îmraliyê li ber xwe dide. Dewlet ji bo şikandina vê berxwedanê tecrîdeke girankirî pêk tîne. Komploya navneteweyî hê jî bi dawî nebûye. Her kes bi erka Birêz Ocalan dizane. Di vê çarçoveyê de saziyên navneteweyî bi taybetî jî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide ku zextên li ser Birêz Ocalan veşêre. Dixwaze bi dirêjkirina pêvajoyê re wî bide jibîrkirin. Di serî de hêzên demokrasîyê û pişt re jî parêzvanên mafên mirovan divê xwedî li berxwedana Îmraliyê derbikevin. Tecrîda Îmraliyê roj bi roj li ser hemû civakê tê ferzkirin. Divê gelê kurd û dostên wan li derve bibin dengê vê berxwedanê. Di vê pêvajoyê de hemû rê û rêbazên berxwedanê rewa ne. Dîktatoriya faşîst bi nirxên gelê kurd dilîze. Divê gelê kurd li hemberî vê yekê refleksekê pêş bixe."    'EM BII RÛNIŞTINÊ BI SERNA KEVIN'    Yagiz, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rola û rista ciwanan a di şikandina tecrîdê de û ji bo vê ev tişt gotin: "Zîhniyeta faşîst a ku Tirkiyeyê ber bi hilweşînê ve dibe, bi polîtîkayên qirêj dixwaze ciwanan ji erkên şoreşgeriyê dûr bixe. Bi awayekî sîstematîk her cureyê polîtîkayan li ser ciwanan diceribîne. Dixwaze hêviya ciwanan ji holê rake. Ji ber vê pêwîst e ku ciwan rabin ser pêyan û li dora Rêbertiyê bibin yek. Ciwanên bi rêxistinkirî dakevin kolanan wê hemû xefikên faşîzmê bişkînin. Wê rejîma tecrîda Îmraliyê jî hilweşînin. Em bi rûniştinê bi ser nakevin. Ji ber ku têkoşîneke şoreşgerî ya aktîf a ciwanan heye. Divê ciwan erkên xwe yên dîrokî pêk bînin."    'TEKOŞÎNÊ BILIND BIKIN'    Yagiz, bang li ciwanan kir ku li hemberî faşîzmê xwe birêxistin bikin û got: "Civak li hemberî faşîzmê bê parastin maye. Li dijî faşîzmê divê xeta têkoşînê bê bihêzkirin. Helwestên parçebûyî nikarin faşîzmê paş ve bibin. Pêwîst e xeta têkoşînê û xweparastinê bê bihêzkirin. Neteweperestiya ku di her kêliyan de belav dibe,  dikare mirovan bike qurbana faşîzmê. Bila kesek nebêje ku tiştek bi min nayê. Mînaka Konyayê berbiçav e. Malbata Dedeoglûlarî ji ber ku kurd bun hatin qetilkirin. Dîsa hin kes jî ji ber ku bi dêya xwe re bi telefonê bi kurdî axivîne hatin kuştin. Ev mînak hemû berçav in. Êdî kes nikare wan paşguh bike. Avakirina pêşerojeke bi rûmet di destê me de ye. Ger em li dora Birêz Ocalan werin ba hev, tu kes nikare bi me. Ev serdem dema parastina siberoj û nirxên gelê kurd e. Kî çi bike bila niha bike. Em heger îro nekin wê sibê pir dereng bimînin. Berxwdana Birêz Ocalan li dijî îşkenceya tecrîda  Îmraliyê erkeke bingehîn e. Ez bang li her kesî, di serî de jî ciwanan dikim ku têkoşînê bilind bikin."   MA / Zeynep Dûrgût