Li şûna dibistanên hatin hilweşandin navendên bazirganiyê çêdikin 2022-01-18 09:00:31 ŞIRNEX - Li Şirnexê li şûna dibistanên di dema qedexeyên derketina derve de hatin hilweşandin navendên bazirganiyê tên çêkirin. Egîtîm Sen a Şirnexê bertek nîşanî vê da. Li Şirnexê di navbera salên 2015-2016’an qedexeya derketina derve hat ragihandin. Di dema qedexeyê de de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û gelek avahî jî ji ber topbaranê hilweşiyabûn. Tenê xanî, di heman demê de gelek dibistan jî hatibûn texrîbkirin û hilweşandin. Niha li şûna dibistanên ku di dema qedexeya derketina derve de hatibûn hilweşandin, navendên karsaziyê û AVM'ê tên çêkirin. Her wiha li şûna hin dibistanên hatibûn hilweşandin, tenê dibistanên prefabrîk hatine çêkirin.    Rêveberê Egîtîm-Sen a Şaxa Şirnexê Adnan Şenbayram têkildarî mijarê axivî.   'DIBISTAN KIRIN QADÊN BAZIRGANIYÊ'   Şenbayram, diyar kir ku bi hilweşandina dibistanan re gelek xwendekar hatine mexdurkirin. Şenbayram bilêv kir ku ji dêvla ku li şûna dibistanên hatin xerakirin dibistanine nû bên çêkirin, li dewsa wan qadên bazirganiyê tên çêkirin û got: "Li Şirnexê di qedexeyên di navbera salên 2015-2016’an de hatin ragihandin de, gelek dibistan hatin hilweşandin. Em niha dibînin ku ew dibistan nehatine avakirin û li şûna wan dibistanan navendên bazirganiyê hatine avakirin. Yek ji wan jî dibistanan jî Dibistana Seretayî ya Îsmet Paşa ye. Ev dibistanek li qada Cumhuriyetê ya navenda Şirnexê bû. Mixabin niha li wir dibistanek tune ye. 5-6 sal derbas bûn lê hê jî dibistanek nehatiye çêkirin. Diviyabû li şûna dibistanên ku hatine rûxandin dibistanan çêkirin. Lê belê li şûna dibistanê navendeke bazirganiyê tê çêkirin. Dema ku me bi Midûriyeta Perwerdehiya re hevdîtin pêk anî ji me re gotin, hin dibistan ji nû ve hatine avakirin. Rast e hin dibistan hatin avakirin. Lê belê dibistana seretayî û navîn a Îsmet Paşa ku wek navend hatibû destnîşankirin niha veguherandine navendeke bazirganiyê. Midûriyeta Perwerdehiyê got, ev der ne guncav e ji bo dibistanê û ew ê li cihekî din ji bo dibistanê erd bistînin. Ev gotin ne bersiv e. Ji ber ku hûn nikarin zarokê dibistana seretayî bi serwîsan bibin dibistaneke din. Kesên diçin dibistana seretayî, divê dibistan nêzî malên wan bin. Me li ser vê yekê gelek caran bi midûrê Midûriyeta Perwerdehiyê re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtinên me hê jî dewam dikin. Heta ku ev dibistanên hilweşandî neyên çêkirin, em ê li aqûbeta wan bipirsin."   DIBISTANÊN PREFABRÎK ÇÊKIRIN   Şenbayram, bilêv kir ku li bajêr dibistanên prefabrîk hatine çêkirin û got: "Pirsgirêkek e din a li navenda Şirnexê jî avakirina dibistanên prefabrîk in. Mînak, Dibistana Seretayî û Navîn a General Edîp Başak, Dibistana Pîşeyî ya Perwerdeya Taybet û Dibistana Navîn a Tokiyê. Têkildarî vê yekê jî hevdîtinên me bi Midûrê Midûriyeta Perwerdehiyê re çêbûn. Me jê re got, 'Gelo hûn ê li şûna van dibistanan ên nû ava bikin?' Di vê hêlê de jî me pirsgirêk û dîtinên xwe ragihandin. Lê em dibînin ku di pratîkê de tu tişt naxuyê. Heger bi daxwaza çareserkirinê nêz bûbûna wê bigotana, 'Em ê wan hilweşînin û dibistanên nû çêbikin.' Mixabin ji bo vê jî ty tiştek nekirine. Em sendîka diyar dikin ku heta ku xwendekar bi hêsanî xwe bigihînin perwerde em ê van pirsgirêkan bînin ziman."    Şenbayram, di dawiya axaftina xwe de ragihand ku di dibistanan de pirsgêrêka personelan jî hê didome û daxwaz kir ku ev pirsgêrîk demildest bên çareserkirin.    MA / Zeynep Dûrgût