Ruhê berxwedêr ê Kalo li her kûçeyên Amedê ye 2022-01-18 10:26:04 AMED - Hevalên “Generalê Biçûk” Kalo yên xebatê û birayê wî behsa wî kirin û gotin: “Tu tiştekî Yilmaz bêzar nekir. Binçavkirin û îşkenceyê nas nekir. Ruhê wî yê berxwêdêr li her kuçeyên Amedê digere.”  Yek ji “Generalên Biçûk” ên Apê Mûsa, Yilmaz Yakût (Kalo) ji ber nexweşîna penceşêrê di 16’ê çile de koça dawî kir. Kalo di wan salên ku belavkirina rojnameya Ozgur Gundemê û Azadiya Welat qedexe bû û her roj însan li naverasta kuçe û cadeyan dihat qetilkirin, bêtirs belav dikir û rastiyan digihand xwîneran. Ji zextên herî tund ên dewletê para xwe girt û bi sedan caran hat binçavkirin û gelek caran bi êrişan re rûbirû ma. Kalo hêj zarok bû dest bi belavkirina rojnameyan kiribû û heta kêliya dawî ya jiyana xwe ji jî paş ve gav neavêt. Hevalên Kalo yên xebatê û birayê wî behsa jiyana wî kirin.      QET NETIRSIYA    Abdulselam Bayram ê di salên 2000’î de bi Kalo re dixebitî diyar kir ku Kalo belavkarek mînak bû û ruhê wî yê têkoşîn û berxwedêr her tim li pêş bû. Bayram anî ziman ku Kalo tu demê neditirsiya û got: “Dihat binçavkirin dotira rojê me lê dinêrî ku va Kalo dîsa rojnameyan belav dike. Di serdema me de jî zext hebûn lê ne bi qasî zext û tundiya salên 90’î bû. Her roj polîsna pêşiya me dibirîn û rojnameyên me desteser dikirin. Lê belê belavkarên beriya me zemînek pir baş amade kiribûn.”    TERZ Û BIZAVA KALO    Bayram da zanîn ku ew Kalo ji dûr ve dibin xizmên hev û dema wî dest bi belavkariyê kiriye Kalo belavkarek bi salan bû. Bayram wiha behsa roja xwe ya ewil ku bi Kalo re derketibû belavkiriyê kir: “Min dabûn cem wî. Ez sê rojan pê re derketim belavkariyê. Me li Rezanê belavkarî dikir. Ez nikarim wan sê rojan bînim ziman, rojên gelek xweş bûn. Rojek çend rojname di destên min de mabûn, ez hatim buroyê. Kalo li min nihêrî û keniya û got, ‘tu nikarî wisa belavkariyê bikî’. Wî rojname zêde jî dixwestin û di kuçe û cadeyan de li xelkê belav dikir. Mirovek gelek jîr bû, jêhatî bû û kedkarek hêja bû. Wî her tim ji me zêdetir rojname belav dikir. Her roj wî herî kêm 350 rojname belav dikir. Terz û bizava wî nayê jibîrkirin. Wan rojên me yên xweş qet ji bîra min naçin.”    Bayram anî ziman ku Kalo wê tu carî xwe nede jibîrkirin û got: “Li her kuçe û cadeyên Amedê kesên Kalo nas dikin hene. Belê dibe xatirê xwe ji me xwest û koça dawî kir, lê belê fedakariya wî hêj dijî û wê qet neyê jibîrkirin. Ez hêvîdarim wê belavkarên nû jî wî ruhê Kalo ji xwe re mînak bigirin û dewam bikin.”    NEDIXWEST KARÊ WÎ NÎVCO BIMÎNE    Zafer Tuzun ê ku bi Kalo re xebitiye jî bi bîr xist ku wî di sala 1993’yan de Kalo nas kiriye û nêzî du salan bi hev re xebitî ne. Tuzun destnîşan kir ku Kalo kesî nedişikand û got: “Sohbeta wî pir xweş bû. Dilê kesî nedihişt. Her tim mezin radibû û rûdinişt. Di wan salên dijwar de êrişên dijwar dihatin kirin û em ji ber van êrişan bi hişmend bûn. Carek li Cadeya Mêrgehmeda Sûrê bi kêran êrişî Kalo kiribûn. Em çûn me wî rakir nexweşxaneyê û dotira rojê me lê mêze kir ku va Kalo dîsa hatiye belavkariyê. Qet hez nedikir ku karê wî nîvco bimîne.”    ROJNAMEYAN DI BIN DENDIKAN DE VEDIŞART    Tuzun da zanîn ku belavkarî di ruhê Kalo de bûbû enyad û wiha got: “Kalo her tim digot, ‘heta e bimirim jî ez ê belavkariyê bikim’. Heta ku ji destê wî hat jî viya kir. Dixwest rojnameyan hin bêtir bigihijîne kesan. Dixwest bêtir kes bi hişmend bibin. Berê şekir, dendikan difirot. Rojnameyan jî dixist nava wan û bin dendikan û wisa belav dikir. Vê rêbazê wî li pêş xist. Li navçeya Sûrê û Rezanê kesên wî nas nedikir nebûn. Her kes xwedî lê derdiket. Çapemeniya azad dê wê têkoşîna wî bidomîne.”    WEK NAVÊ XWE BÊZAR NEBÛ    Birayê Kalo, Mehmet Nûrî Yakût jî got wefata Kalo wan gelek xemgîn kiriye û birayek wî din jî dema biçûk bûye belavkariyê kiriye. Yakût ku bi xemgînî behsa kekê xwe Kalo kir wiha got: “Kekê min Yilmaz û kekê min herî mezin di sala 1989’an de dest bi belavkariyê kirin. Ewilî bi awayê aborî dest bi belavkariyê kirin. Lê belê pişt re her du kekên min jî rastî êrişa polîsan hatin û têkoşînê nas kirin. Ruhê wan ê şoreşgerî rabû û vê carê ne ji bo pera ji bo rojnameyê ji bigihînin xelkê xebitîn. Kekê min Yilmaz bêhejmar hat binçavkirin. Her sibeha ku ji malê derdiketin ji dayika min re digotin belkî em îro venegerin malê. Dayika min jî li pey wan av direşand û wan oxir dikir. Heta îro gelek caran bi êrişan re rûbirû ma. Lêbelê tu tiştekî wî bêzar nekir. Yilmaz bêwestan, bêtirs rêya xwe dewam kir.”    ‘HETA AVAKIRINA KURDISTANÊ’    Yakût anî ziman ku kekê wî Yilmaz tevahiya rojnameyên ji kevneşopiya çapemeniya azad tên belav kiriye û got: “Her tim wisa digot, ‘heta Kurdistan ava nebe, ez ê dest ji têkoşîna xwe bernedim’. Di demên dawî de êdî ji lingan jî ketibû lê belê tenê ji bo ku xebatkarên çapemeniyê bibîne derdiket diçû cem wan. Me digot tu nexweşî neçe. Lê nedixwest hevalên wî tenê bimînin û dixwest her tim li cem wan be.”    MA / Eylem Akdag - Mahmût Altintaş