Faîlê destdirêjiyê Serokê Ocaxa Ulkuciyan a Ûmûrlûyê hat berdan 2022-01-18 12:23:06   AYDIN - Serokê berê yê Ocaxa Ulkuciyan a Ûmûrlûyê Alpay Çomez ku li navçeya Efelerê dest dirêjî zarokekê kiribû hat berdan.    Li navçeya Efeler a Aydinê, Serokê berê yê Ocaxa Ulkuciyan a Ûmûrlûyê Alpay Çomez ku li gundê Terzîler dest dirêjî zarokekê kiribû û bi sûcdariya "îstismarkirina bifes a zarok" hatibû girtin, hat berdan. Çomez, beriya niha gef li zaroka dest dirêjî wê kiribû gef xwaribû û bi şantajê xwestibû careke din dest dirêjî wê bike, lê li ser gilîkirina zarokê di 14'ê kanûna 2021'an de hatibû girtin. Derket holê ku li ser îtîrazên parêzerên wî Çomez di heman rojê de hatiye berdan.    Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmî wergirt faîlê destdirêjiyê Çomez ji aliyê xizmên xwe ve bi def û zirnê hatiye pêşwazîkirin.