PADÊ: Divê Iraq Şengalê neke qada aloziyê 2022-01-18 12:43:16   NAVEND NÛÇEYAN - PADÊ, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî liv û tevgera Artêşa Iraqê ya li herêmê da û bang kir ku Iraq bi diyalogê li çareseriyê bigire kir.    Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), derbarê geşedanên li navçeya Sinûnê ya Şengalê û liv û tevgera Artêşa Iraqê ya herêmê de civînek li dar xist. Piştî civînê li ser navê Komîteya Têkiliyên Derve ya PADÊ Silêman Hecî daxuyaniyek da û ev tişt got: "Em bang li Iraqê dikin, divê bi diyalogê li rêyên çareseriyê bê gerîn û Şengalê neke qada aloziyê. Lewre ev nêzîkatî pêşî li vegera Şengalê digire. Divê Iraq pêşî li êrişên Tirkiyeyê bigire. Êriş li dijî xebat û şexsiyetên sivîl pêk tên."   PDK NÛNERTIYA ŞENGALÊ NAKE   Di berdewamê de Silêman Hecî derbarê nêzîkatiya PDK'ê de jî axivî û têkildarî mijarê ev nirxandin kir: "Daxuyaniyên parlamenterên PDK'ê xizmeta jiyana hevpar a Şengalê nakin. Kesên daxuyanî didin xizmeta gelên Şengalê nakin û nûnertiya gelê Şengalê nakin."