Dadgehê cezayê dîsîplînê betal kir 2022-01-18 14:02:20       RIHA - Li hin girtiyên li Girtîgeha Rihayê cezayê dîsîplînê hatibû birîn. Piştî îtîrazê ceza hat betalkirin.    Li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T’yê ya Jimara 2’yan di 7’ê cotmeha 2021’an de gardiyanan bi cilên robokop bi ser qawîşan de girtibûn û li gelek girtiyan dabûn. Piştî lêdana li girtiyan hat kirin, Dadgeha Înfaza Rihayê derbarê girtiyên bi navê Ahmed Halah, Bayram Demirhan, Bozan Çeçan, Cafer Sabar, Cihat Înco, Dogan Ade, Eyup Yildirim, Firat Levent Batmaz, Îsa Bînîcî, Îsmaîl Hakki Tursun, Îzettîn Gok, Mecîd El Îbrahîm, Mehmet Bînîcî, Mehmet Turkmenoglu, Muhlîs Ablay, Osman Ay, Zeynel Taş de bi îdiaya “dirûşmên rêxistinê berz kirine”, “li dijî memûran derketine” û “gotinên ku saziyê bixe talûkeyê kirine” lêpirsîn dabû destpêkirin.    Dadgehê derbarê Demîrhan, Batmaz, Îsa Bînîcî, Tursun, Gok, El Îbrahîm, Taş, Ablay de “sê meh cezayê qedexeya ziyaretê” û derbarê Halah, Çeçan, Sabar, Înco, Ade, Yildirim, Mehmet Bînîcî, Turkmenoglu, Osman Ay de jî cezayê “10 roj di hucreyê de mayîn” birîbû.    ÎTÎRAZ HAT QEBÛLKIRIN    Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel û Îsa Taş li dijî biryara Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Miduriyeta Girtîgehê serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê da û bi hêceta “ji karîneya masûmiyetê binpêkirin” îtîraz kirin. 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran serl3edanê nirxand û biryar da ku cezayê dîsîplînê ku li girtiyan hatiye dayîn were rakirin.    Piştî biryarê cezayê dîsîplînê hat betalkirin.