Şenyaşar: Wê hemû deriyê edliyeyên Tirkiyeyê bibin cihên nobeta edaletê 2022-01-18 14:13:38   RIHA - Ferît Şenyaşar ku rexmî hewaya sar bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re Nobeta Edaletê didomîne, bal kişand ser nobetên edaletê yên li bajarên din dest pê kirine û ev tişt got: "Wê berê derê hemû edliyeyên Tirkiyeyê bibin cihên nobeta edaletê."    Di encama êrişa ku xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li dijî dikana wan pêk anîn hevjîn û 2 zarokên Emîne Şenyaşar di 14'ê hezîrana 2018'an de jiyana xwe ji dest dan. Li dijî vê zilma li hemberî malbata xwe Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta edaletê kirin. Nobeta Edaletê di roja 316'an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeyê dest bi nobeta xwe kirin. Rexmî ku li bajar berf dibare jî malbata Şenyaşar nobeta xwe di bin berfê de didomîne.    LI BER BERFÊ NOBET DIGIRIN   Ferît Şenyaşar ku rexmî hewaya sar jî bi dayika xwe re nobet digire, diyar kir ku hindik maye ku salek di ser tekoşîna wan re derbas bibe û wiha got: "Rexmî şertên hewayê jî em nobeta xwe didomînin. Hin navberan berf dibare. Şert çi dibin bila bibin heta ku edalet pêk neyê em neçin mala xwe û ji ber derê Edliyeya Rihayê veneqetin. Rojê bi sedan kes ji bo lêgerîna edaletê dikevin edliyeyê. Hemû kes dayika kezebperitandî dibînin. Li kêleka Walîtiyê, dozgerî jî li avahiyê ye. Welatiyên ku dikevin edliyeyê dema ku vê zilmê dibînin nifiran li rayedaran dikin. Heke em civakeke bawermend û misilman bin û ji vê zilmê re deng dernexin hûn jî dibin hevparê zilmê."   'KESÊN JI ZILMÊ RE BÊDENG BIMÎNIN...'   Şenyaşar, bi gotina Hz. Elî "Kesê ji zilmê re bêdeng bimîne şeytanê lal e" axaftina xwe domand û ev tişt got: "Kesên ku ji zilmê re bêdeng bimînin wê îbadeta wan neyê qebûlkirin. Dema ku mirov li dîroka dinyayê dinêre, dibîne ku çalakiya greva birçîbûnê ya yekemîn gelê Îrlandayê li dijî zilma Îngilistanê dane destpêkirin. Ev greva birçîbûnê li tevahiya dinyayê berbelav dibe. Me jî li vir li dijî bêedaletiyê û zilmê dest bi çalakiyê kir. Li deverên cuda yên Tirkiyeyê mîna vir çalakiyên rûniştinê didomin. Heke di demên pêş de bi rêya darazê zilm bidome wê ber derê hemû edliyeyên Tirkiyeyê bibin cihên nobeta edaletê."   'EMÊ JI BER DERÊ EDLIYEYÊ VENEQETIN'   Di berdewamê de Şenyaşar, destnîşan kir ku rexmî berfê jî wê nobeta xwe bidomînin û wiha pêde çû: "Dema ku me dest bi nobeta xwe kir em evt işt got; şert çi dibin bila bibin heta ku edalet pêk neyê em ê neçin mala xwe. Hewa sar be jî em ê di bin vê zilmê de neçin li mala xwe ya germ rûnenin. Ev her sê mirov li ber çavê bi sedan xebatkarên cemaweriyê li nexweşxaneyê hatin kuştin. Heta ku kesên vê komkujiyê kirine li nav civakê bigerin em neçin mala xwe. 3 mirovên me kuştine, ev ne bes e birayê me jî bi biryareke siyasî nêzî 4 salan e di hucreya yekkesî de tê girtin. Heke li Tirkiyeyê darizandineke adilane çêbibe, zexta siyasî ya li ser darazê rabibe wê birayê me bê berdan lê serdestên siyasî destê xwe ji mvê dozê venakişînin. Ji ber vê li ber edliyeyê zilm didome. Em bibiryar in, ji sermayê biqerisin jî em ê neçin li mala xwe rûnenin û ji ber derê edliyeyê veneqetin. Bila ev jî bibe şerma Waliyê Rihayê û Wezareta Edaletê. Bila bibe şerma herkesên ku qala edaletê dikin."