Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan serdana malbata Şenyaşar kir 2022-01-18 14:43:29 RIHA - Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan serdana Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar kir.  Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan ku ji stenbolê hatiye herêmê, serdana Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê kir. Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Rihayê jî bi înîsiyatîfê re serdana malbata Şenyaşar kir.  Ji berdevkên înîsiyatîfê Huseyîn Îldan, di serdanê de axivî û diyar kir ku weke înîsiyatîf ew têkoşîna mezinkirina nobetê edaletê didin û li her derê radigîhinin. Îldan, destnîşan kir ku ew li benda edaleteke şênber in û got ku dikarin bi daxwaza edaleta yekkirî bi ser bikevin.    Piştî Îldan Ferît Şenyaşar û dayika xwe Emîne Şenyaşar jî axivîn û spasiya heyetê kiri.    Piştî demeke bi malbatê re nobet girt heyet ki ber Edliyeya Rihayê veqetiya.