Ceza li Serokê Komeleya Sarmaşikê hat birîn 2022-01-18 15:13:48 AMED - 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Serokê Komeleya Sarmaşikê Mehmet Şerîf Çamçi ku bi KHK'ê hatibû girtin, hat birîn.    Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatibû destpêkirin de bi angaşta "emdamtiya rêxistinê" doz li Serokê Komeleya Sarmaşikê Mehmet Şerîf Çamçi ku bi KHK'ê hatibû girtin, hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya doza ku li Çamçi hatibû vekirin li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Dozgeriyê, mutalaaya xwe peşkêşî dadgehê kir û 15 sal cezayê girtîgehê ji Çamçi re xwest. Heyeta dadgehê, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Çamçi birî. Parêzerên Çamçi wê biryarê îtîraz bikin.