Rêxistinên sivîl banga parastin û bijartina dersên kurdî kirin 2022-01-18 15:32:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên sivîl ên li Tirkiyê û Elmanyayê ji bo parastina zimanê kurdî bang li malbatan kirin ku dersa kurdî bijêrin û ji rayedaran xwestin ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî.    Gelek sazî û rêxistinên sivîl ji bo parastina zimanê kurdî da ku bibe zimanê perwerdehiyê û têkildarî hilbijartina dersa bijarte ya kurdî daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de li ser biryarên UNESCO’yê hat sekinandin û wiha hat gotin: "Li hember biryarên Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Netewên Yekbûyî (UNESCO) wekî li gelek dewletan li Tirkiyeyê jî ev biryar nayên pêkanîn."     'ASÎMÎLASYON TÊ FERZKIRIN'   Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku Tirkiye polîtîkayên asîmîlasyonê li gelan û baweriyan dide ferzkirin û ev hatin gotin: “Netew Dewleta Tirk zimanan, çandan û baweriyan qedexe kiriye, li ser gelan û baweriyên cuda polîtîkayên asîmîlasyonê dide ferzkirin. Li gorî raporên UNESCO’yê di nava sînorên Tirkiyeyê de gelek ziman wenda bûne û talûkeya ku deh salên di pêşiya me de dê sê ziman din jî wenda bibin, heye."    'RÊBAZÊN HOV TÊN BIKARANÎN'   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di dibistan, qişleyên leşkerî û di mizgeftan de jî ev polîtîka wek hovane tên meşandin û wiha hat gotin: "Li dibistanan, di polîtîkayên aboriyê de, li qişleyên leşkerî û di mizgeftan de jî wek çerxên tunekirina ziman û devokan dixebitin. Zaravayên kurmancî û dimilkî yên kurdî di nava qadên cemaweriyê de, ji kolan û ji jiyana rojane tê derxistin. Ji bo vê yekê rêbazên hovane tên meşandin.   ZIMANÊ KU NAYÊ FAMKIRIN    Li Parlamentoya Tirkiyê jî ev polîtîka bi awayekî vekirî tên meşandin û zimanê kurdî wekî ku nayê zanîn, nayê famkirin tê nîşandan. Îro jî di nava girtekên Meclîsê de ji bo zimanê kurdî  ‘zimanê nayê zanîn’, ‘zimanê nayê famkirin’ û ‘zimanê x’ tê nivîsîn.    BI QASÎ JIYANÊ GIRÎNG E   Li hemû kurdan bang hat kirin ku xwedî li zimanê xwe derbikevin, nexwe kurdî jî bi wendabûnê re rûbirû ye. Di demekî ku kurdî bi wendabûnê re rûbirû maye de ya esasî ew e ku ji kreşê heya zanîngehan divê kurdî bê parastin, xwedî statuyekî fermî be û wek zimanê perwerdeyê bi destûra bingehîn ve were mîsogerkirin. Dema ku em vana didin ber çavan divê kurd ji bo zarokên xwe di nava dersên bijarte de kurdî hilbijêrin. Ev mijarekî wek jiyanî giring e."   BANGA LI DEWLETÊ Û KURDAN HAT KIRIN    Daxuyaniyê de bang li dewletê hat kirin ku ji bo zimanê kurdî berpirsyariya xwe bîne cih û bang li gelê kurd jî hat kirin ku bila ji bo zarokên xwe wek dersên bijarte Kurmancî û Dimilkî bibijêrin.    Navê saziyên ku metnê destnîşan kirine wiha ne: Kongreya Avakirinê ya Dêrsimê, Fedarasyona Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk,Federasyona Komeleyên Mereşê, Navenda Çandê ya Koçgirî a Ewrupa, Komeleya Xinûsê ya Elmanya,  Însiyatîfa Gel a Kurecîk ya Elmanya, Federasyona Kurdên Anatoliya Navîn, Komeleyên Demokratîk ên Elewî.