Serokên daîreyan ên qeyûmê Amedê şerê hev kirin 2022-01-18 16:33:37   AMED - Hat ragihandin ku serokên daîreyên Şaredariya Bajarên Mezin a Amedê Ahmet Ozkaraaslan û Sedat Îpek ku qeyûm wan ji Kocaelî û Ordûyê aniye ser peywirê şer kirine.    Di navbera Serokê Daîreya Parq û Baxçeyan Ahmet Ozkaraaslan û Serokê Daîreya Xizmetên Piştgiriyê Sedat Îpek ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de şer derket. Hat hînbûn ku her du serokên daîreyan hefteya borî li avahiya xizmetê ya şaredariyê ji ber "girtina personelan" şer kirine. Her du serokan jî giliya hev nekirine û ji aliyê qeyûm Munîr Karaloglû ve ji peywirê hatine girtin.    Qeyûm Karaloglû Ozkaraaslan ji Kocaeliyê û Îpek jî ji Ordûyê anîbû şaredariyê û wan peywirdar kiribûn.