'Nobeta Edaletê' ya Wanê di roja 40'î de ye 2022-01-18 16:57:38   WAN - "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û înfaza wan tên şewitandin li Baroya Wanê dest pê kirine, di roja 40'î de ye.    "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û înfaza wan tên şewitandin li Baroya Wanê dest pê kirine di roja 40'î de ye. Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Tûşbayê îro çû serdana "Nobeta Edaletê". Hevşaredara Tûşbayê ya HDP'ê Ayşe Mînaz, di serdanê de axivî û da zanîn ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû girtîgehan belav bûye. Mînav, bi lêv kir ku girtiyên li girtîgehan nikarin mafên xwe bi kar bînin û wiha domand: "Bi pandemiyê re demeke dirêj hevdîtinên vekirî nehatin kirin û piştî girtî diçin nexweşxaneyê demeke dirêj di karantînayê de dimînin û ev yek jî vediguhere îşkenceyê."   'Em sekna malbatan pîroz dikin'   Di berdewamê de Mînaz, da zanîn ku ji bo girtiyan raporên "Nikare di girtîgehê de bimîne" tên dayîn lê belê dîsa jî girtî di girtîgehan de tên girtin û wiha got: "Sedema rûniştina me ya li vir ew e ku demildest rayedarên hukumetê li dijî neheqî û bêhiqûqiyê tedbîran bigirin. Di serî de Aysel Tugluk talûkeya jiyanê ya hemû girtiyan heye."