Înfaza girtiyê ku tevahiya laşê wî îflas kiriye hat şewitandin 2022-01-19 09:18:39 MÊRDÎN - Înfaza girtiyê nexweş Hasan Aşa ku ji sedî 91'ê fonksiyonên laşê wî betal bûne, hat şewitandin. Aşa ji ber vê 10 rojên tedawiyê qebûl nake.  Desteyên îdare û çavdêriyê yên girtîgehan înfazên girtiyan dişewitînin. Yek ji van girtiyan jî girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Hasan Aşa ye. Aşa, ji bo vê serî li Dadgeriya Înfazê daye, lê dadgeriyê îtiraza wî red kiriye.    HAT REDKIRIN   Girtiyê nexweş Hasan Aşa (54) ku di Girtîgeha Amedê ya Jimare 1'ê de ye, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" 13 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn. Çendî ji sedî 91'ê fonksiyonên laşên wî betal bûne jî Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye wî.    Aşa ku ji sala 2013'an ve girtiye, çendî înfaza xwe temam kiriye jî nayê berdan. Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Amedê bi hinceta ku "talûke ye" înfaza Aşa şewitandiye. Aşa jî ji bo vê serî li Dadgeriya Înfazê ya Amedê daye. Dadgeriyê jî di 7'ê Çileyê de bi hinceta "kesekî talûke" ye îtiraza wî red kiriye. Îdare û dadgeriyê ji bo şewitandina înfazê cezayên hucreyên yên berê li Aşa hatine birîn wekî hincet dane der.    TEDAWIYÊ QEBÛL NAKE   Aşa ku nexweşîna gurçan a girna pê re heye, heftê 3 rojan dikeve diyalîzê. Ji ber ku di dema çûna nexweşxaneyê de bi maumleuyên xirab re re rû bi rû dimîne û bi hinceta bijîşk û hemşîre heqaretê lê dikin zêdetirî 10 roj in tedawiya bi diyalîzê qebûl nake. Parêzerên wî diyar dikin ku ger wisa bidome dê tenduristiya Aşa xirabtir bibe û wê têkeve rewşeke wisa ku vegera wê tune ye.    ‘LAŞÊ WÎ ÎFLAS KIRIYE'   5 zarokên Hasan Aşa hene, ê mezin 17 salî ye. Hevjîna wî Aynûr Aşa ku bi pençeşêrê ketiye bi zarokan re eleqedar dibe.    Aynûr Aşa, diyar kir ku hem derûniya wê hem jî ya zarokên wê nebaş e û roj heye ji bo tedawiya xwe diçe Stenbolê û roj heye jî ji bo tedawiya hevjînê xwe diçe Amedê. Aşa, destnîşan kir ku jixwe gava hevjînê wê hatiye girtin nexweş bûye. Aşa, bilêv kir ku tiliyên hevjînê wê pûç bûne û 2 sal in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye û bi awayekî rêk û pêk nayê tedawîkirin û tim ji ser hişê xwe diçe. Aşa, anî ziman ku hevjînê wê ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tedawiya diyalîzê qebûl nake û got: "Tevahiya laşê wî îflas kiriye. Di raporê de hatiye nivîsandin ku ji sedî 91'ê fonksiyonên laşên wî betal bûne. Lê hê jî girtiye. Jixwe nemaye, miriye. Hê jî dibêjin dikare di girtîgehê de bimîne."    HEVDÎTINA VEKIRΠ   Aynûr Aşa, destnîşan kir ku çendî hevdîtinên vekirî dest pê kirine jî, lê ji ber ku hevjînê wê hefte 3 caran ji bo diyalîzê dibin nexweşxaneyê, tim di karantînayê de ye û ji ber vê ji roja ku pandemiyê dest pê kiriye heya niha hevdîtina vekirî nekirine. Aşa, bilêv kir ku zêdetirî 10 roj in hevjînê wê tedawiyê qebûl nake û ji ber vê her diçe rewşa wî xirabtir dibe.    Aşa xwest hevjînê wê bê berdan û got: "Ma girtiyên di nav ciyan de berdin ê çi bibe. Jixwe li erdê ne. Nikarin tiştekî jî bikin. Em dixwazin hemû bên berdan."    MA / Ahmet Kanbal