'Girtiyên înfazên wan hatine şewitandin berdin' 2022-01-19 09:20:25 RIHA - Abdulhalîm Vûral ku tevî malbatên girtiyên nexweş ji bo hevdîtinan çû Enqereyê, xwest kurê wî Mehmet Halîs Vûral û girtiyên din ên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan. Li girtîgehan înfazê girtiyan tên şewitandin. Çendî ku girtî cezayê hatinebirîn qedandine jî, lê înfazên wan ji hêla desteyên îdare û çavdêriyê yên girtîgehan ve bi hincetên cuda tên şewitandin. Yek ji van kesan jî Mehmet Halîs Vûral ê di Girtîgeha Şakran a Îzmîrê de ye.    Bavê wî Abdulhalîm Vûral ê li Wêranşara Rihayê dimîne, xwest kurê wî yê nexweş ê astima a kronîk pê re heye bê berdan.    ÎNFAZA WÎ HAT ŞEWITANDIN   Bav Vûral, anî ziman ku kurê wî di sala 2006'an de li Mûglayê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 19 sal û 9 meh ceza lê hatiye birîn. Vûral, diyar kir ku di Sibata 2021'ê de înfaza kurê wî qediyaye, lê belê desteya îdare û girtîgehê ya girtîgehê bi hinceta "kesekî talûke ye" înfaza kurê wî şewitandiye. Vûral, destnîşan kir ku ji ber vê dê kurê wî heya 2025'an di girtîgehê de bimîne.    Bav Vûral got: "Ez dixwazim kurê min bê berdan. Cezayê wî qediyaye, çima wî bernadin?"    ‘BÊEDALETÎ YE'   Vûral, diyar kir ku ji bo kurê xwe yê înfaza wî hatiye şewitandin hefteya borî çûye Enqereyê û got: "Me li Meclîsê dengê xwe bilind kir. Kurê min girtiye. Belesebeb înfaza wî şewitandin. Belesebeb înfazên girtiyan dişewitînin. Şewitandina înfazan bi dest gardiyanû mdirûên girtîgehan berdane. Ev bêedaletî ye."   ‘BILA GIRTÎ BÊN BERDAN'   Vûral, diyar kir ku divê kurê wî û girtiyên din ên înfazên wan hatine şewitandin hemû bên berdan û got: "Dewlet divê hemûyan berde. Em malbatên çûn Enqereyê, ji bo Wezareta Dadê dengê me bibihîse em çûn Enqereyê. Em ji bo girtiyên nexweş ên raporên wan ên 'nikarin di girtîgehê de bimînin" hene û girtiyên înfazên wan tên şewitandin çûn enqereyê. Em zêdetirî 150 malbat çûn û daxwaza me heman daxwaz bû. Bila Wezareta Dadê dev ji vê şaşiyê berde û zarokên me bên berdan."    MA / Mujdat Can