Serokê Yeşîlayê bi kafeya xwe ya nargîleyê li dijî tiryakê têdikoşe! 2022-01-19 09:39:40 AMED - Derket holê ku kafeya nargîleyê ya Serokê Yeşîlayê ya Şaxa Amedê Mesna Şîmşek heye. Yeşîlay, îdia dike ku li seranserê Tirkiyeyê li dijî berên tûtinê, araq û tiryakê têdikoşe. Lê belê derket holê ku kafeya nargîleyê ya Serokê Yeşîlay a Şaxa Amedê Mesna Şîmşek  heye.    Şîmşek ku di 19'ê Hezîrana 2021'ê de bûye Serokê Yeşîlay a Şaxa Amedê, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal tim parvekirinên dijî tiryakê dike. Şîmşek ku hema bibêje tevli hemû çalakiyên AKP'ê yên li bajêr dibe, di parvekirinên xwe de bi taybetî li ser bandora tiryakê ya li ser ciwanan disekine.    KAFEYA NARGÎLEYÊ   Lê belê hat hînbûn ku li Taxa Mevlana Halît a navçeya Rezan a Amedê bi navê "Ş. Nargîle Kafe" kafeyeke nargîleyê ya Şîmşek heye.    Bi taybetî yên diçin vê kafeyê xwendekarên lîseyê ne û nargîleyê vedixwin.   Wêneyên Şîmşek ên di hundirê kafeyê de hatine kişandin jî hene.    Tişta balkêş jî ew e ku Şîmşek di wêneyên parve kirine de gazî ciwanan dike ku bên kafeyê.    MA / Ergîn Çaglar