ji ber berfê li bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin 2022-01-19 10:21:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber berf û cemedê, li bajarên bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin.  Li bakurê Kurdistanê, berfa ku dh saetên berê êvare dest pê kir hê jî didome. Ji ber berf û cemedê  û girtina rêyên li navend, navçe û gundên bajarên mîna Amed, Riha, Dîlok, Xarpêt, Dersim, Mêrdîn, Riha û Mûşê ji bo rojekê (19'ê çileyê) dibistan bi tevahî hatin girtin.   Tê payîn ku heta saetên êvarê li van bajaran barîna berfê bidome.