Ocalan: Werin em vekirî nîqaş bikin kî terorîst e û kî nîne 2022-01-19 10:22:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku xistina PKK’ê ya lîsteya “rêxistinên terorê” heta pêvajoya komploya navnetewî ya 1999’an berdewam kiriye û got: “Li cihek ku 50 hezar kes miribe li wir behsa terorê nayê kirin, li wir şer heye.”  Seranserî dîrokî kurd her tim bi polîtîkayên îmha û înkarê re rûbirû mane. Çarenûsa kurdan bi pêşengiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi gotina “Kurdistan mêtingeh e” hat dest bi rêwîtiyek xilasiya Kurdistanê kir. Ocalan û 23 hevrêyên xwe li gundê Fîsa bi ser navçeya Licê ya Amedê ve di 27’ê Mijdara 1978’an de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) damezrandin û bi vê tevgerê re çarenûsa Kurdistanê guherî. Di van 44 salên PKK’ê de li Rojhilata Navîn bû hêzek diyarker û rê li ber gelek guhertinan vekir. Di vê pêvajoya her ku diçû de PKK bi hêz dibû û bû hedefa hêzên navnetewî. Ocalan gotibû “Mudaxileya ewilî li hember PKK’ê di sala 1985’an de pêk hat.” Kuştina Serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme yê di sibata 1986’an de pêk hat, kirin stûyê PKK’ê. Xwestin kurdan-PKK’ê bi vê kuştina Palme sûcdar bikin. Doza Palme veguheztin Elmanyayê.    Yekîtiya Ewropayê ya ku Elmanya jî di nav de ye di pêvajoyek ku PKK’ê di sala 1999’an de agirbest ragihand, hêzên xwe vekişand derveyî sînor û gavên aştiyê avêt, PKK’ê xistin lîsteya “rêxistinên terorê.” Pişt re Amerîkayê di sala 2003’yan de ragihand ku PKK’ê li lîsteya “rêxistina terorê” zêde kir. Di heman salan de welatên wek Avusturya, Belçîka, Îngîlistan, Bulgaristan, Komara Çek, Danîmarka, Estonya, Fînlandiya, Fransa, Hirvatistan, Hollanda, Îrlanda, Îspanya, Swêd, Îtalya, Komara Qibrisê, Letonya, Lîtvanya, Luksemburg, Macaristan, Malta, Polonya, Portekîz, Romanya, Slovakya, Slovenya û Yewnanistan PKK’ê kirin lîsteya “rêxistinên terorê.”   LÎSTIKA GLADIOYAYA NATO’YÊ    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên bi parêzerên xwe re diyar kir ku xistina PKK'ê di lîsteya “rêxistinên terorê” de komplo ye û ev jî encama helwesta NATO'yê ye. Ocalan di hevdîtina 12'ê Çileya 2011'an de bi parêzerê xwe re anî ziman ku Gladio rêxistina şerê taybet a NATO'yê ye û qetilkirina Papa ji aliyê Mehmet Alî Agca yê ji Girtîgeha Maltepeyê hatibû revandin vegot. Ocalan anî ziman ku piştî sala 1980’î di têkiliyan de cudabûn çêbûne û got: “Kenan Evren de bi maneya ‘Têkiliya Gladîoya Tirkiyeyê û Gladîoya NATO’yê di salên 80’î de ji hev cuda bû û di salên 90’î de Gladîoya Tirkiyeyê otonom bû’. Lîstika Gladîoya NATO ya yekem a li ser PKK'ê di sala 1985'an de bû. Tenê salek piştî destkeftina çekdarî ya 1984’an, NATO Gladio dest bi şerê PKK’ê kir û ev destwerdan li ser xala 5’an a Peymana NATO’yê ava kir. Tirkiye dibêje xala 5’an a NATO’yê nayê bicihanîn. Helbet ev destwerdan ne bi biryareke qanûnî-fermî bû, nehat ragihandin, lê bi şêwaza Gladyoyê wek şerê taybet dest pê kir û bi dizî hat kirin.”    Ocalan anî ziman ku navenda Gladîoya NATO'yê Elmanya ye û got: "Almanya di sala 1987'an de bi xistina PKK'ê di lîsteya 'rêxistina terorê' de helwesta NATO'yê bi awayekî zelal dike. Bi vê biryara ku di sala 1987’an de li Elmanyayê hate girtin, êrişî PKK’ê kir. Di bin bandora wî de li gelek cihan çalakiyên PKK’ê hatin qedexekirin. Herî dawî ev pêvajo bi xistina PKK'ê ya di destpêka salên 2000'î de ji aliyê YE'yê (Yekîtiya Ewropayê) ve bi dawî bû.”    ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD    Rêberê PKK’ê Ocalan di vê pêvajoya 23 salan a li Îmraliyê de li dijî pirsgirêka kurd ku weke "terorê" hat pênasekirin derket û nirxandinan kir. Ocalan anî ziman ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd muxatab bê diyarkirin û di hevdîtina 5'ê Tebaxa 2009'an de bi parêzerê xwe re got: "Kurd wê vê qebûl nekin. Nikarin ji devê min wisa qala vê meselê bikin. Berê jî bi min re hevdîtin kirin, min ev yek got, lê ji bo çareseriyê tu gav nehatin avêtin, nêzîkatiyeke cidî nehat avêtin. Dîsa ez dibêjim ev ne karekî hêsan e, meseleya wêrekiyê ye. Hûn nikarin ji min re ew qas hêsan xuya bikin. Her roj mirin hene. Ez hewl didim li vir rê li ber mirinê bigirim. Bi vî awayî divê hûn zanibin, çima hûn fêm nakin? Ev pirsgirêk bi evqas sivik nêzîkbûna çareser nabe. Pirsgirêk cidî ye û karê mirovên ciddî ye ku wê çareser bikin. Bi lîstikên wisa klasîk ev pirsgirêk çareser nabe. Hûn dibêjin hûn ê vê pirsgirêkê çareser bikin û hûn ê cidî nebin. Eger cidiyet nebe divê nêzî vê pirsgirêkê neyê kirin.”    ‘BILA WERIN EM NÎQAŞ BIKIN WÊ DIYAR BIBE KÎ TERORÎST E’    Ocalan destnîşan kir ku lihevhatina civakî wê bi muzakereyan pêk were û got: “Em muzakereyê bikin, diyalogê bikin, kî dabeşkar e û kî terorîst e kî nîne hem her tiştî bi awayekî vekirî nîqaş bikin. Wê demê diyar dibe ku ew çiqas fanatîk, çiqas nîjadperest, çiqas faşîst in. Ji vê hêsantir rêyek heye? Werin em her tiştî nîqaş bikin. Bila gel biryarê bide kî dabeşkar e û kî nîne. Ramanên min zelal, eşkere ne. Çawa dibe ku ez dibim dabeşkar? Bila werin, li ber her kesî, li pêşberî hemû Tirkiyeyê nîqaş bikin, bila diyar bibe kî dabeşkar e, bila diyar bibe. Wê demê gel li ser min çi bêje, ez pê razî me. Çima niha direvin? Çi eleqeya van kesan bi tirkbûnê re heye? Ez tirkan nas dikim, siyaseta wan ne wisa ye, exlaqê wan jî ne wisa ye. Tirk siyaseteke wiha nakin. Tirk siyaseta cudaxwaziyê nakin, ji sala 1071ê vir ve wisa ye."    ‘NE TEROR ŞER HEYE’    Ocalan diyar kir ku mirina 40-50 hezarî bi “terorîzmê” nayê îzahkirin û di hevdîtina 20’ê Çileya 2010’an de wiha got: “Bi gotinên wiha hûn nikarin mirovan bixapînin. Li cihê ku nêzî 50 hezar kes lê mirine ne "teror e" lê şer heye. Heke li welatên din ewqas mexdûr hebin, dê bê nîqaşkirin, çareserî jî bê nîqaşkirin. Min negot ku hûn li ser vê yekê bi min re biaxivin, hûn bibînin. Min navnîşanên cuda, rêbazên cuda nîşan da, li ser van mijaran min biryar dan, lê ev jî nehatin girtin. Min vê dawiyê di radyoyê de bihîst. Min di merasîma ku Serokomar Gul beşdar bû de bûyer bihîst. Li wir jî heta ‘teror’ bi dawî bibe, hewl tê dayîn têkoşîn bê domandin. Li vir hûn dibînin li ser xwîna ku hatiye rijandin hîn jî siyaset tê kirin. Dibêjin şehîdên me hene, hurmeta wan ji şehîdên wan re nemaye. Ji ber ku şer derketiye û di berdêla wê de mirov mirin, divê aşitiyek ku êşa van însanan sivik bike û pêşî li van windahiyan bigire, were çêkirin. Dewletparêzî vê daxwaz dike. Me ji sala 1993’yan û vir ve têkoşîna aştiyê meşand, 11 sal in ez hewl didim li vir bimeşînim. Me di vî warî de hewl da, lê ev hewldan bê encam man.”    MA / Ozgur Paksoy