Li naverasta kuçeyê sîxuriyê li zarokê 17 salî ferz kirin! 2022-01-19 11:22:03   AMED - Li Amedê polîsan ji bo ku malbata Yenî ya ku du zarokên wan tevlî PKK’ê bûne bibe ber avahiya HDP’a Amedê sîxurtiyê li zarokê wan 17 salî ferz kir.    Îqtidara AKP’ê jî wek îqtidarên beriya xwe dixwaze daxwaza bi milyonan kes a çareseriyê bi polîtîkayên şer çareser bike. Ji bo ku kurd dest ji daxwazên nasnameyê û azadiyê berdin her cûre rê û rêbaz tên bikaranîn.    Bi salane malbatên kurd bi her cûre zext û gefan re dimînin. Yek ji van malbatan jî malbata Yenî ya ji Amedê ye.    ZEXT, BINÇAVKIRIN Û GEF    Malbata Yenî di 2008’an de ji navçeya Farqînê koçî navenda Amedê navçeya Rezanê dikin. Ji ber ku malbat xwedî li nasnameya xwe derdikeve gelek caran polîs bi ser mala wan de digire û dixwaze wan bi binçavkirinê bitirsîne û gef li malbatê ten xwarin.    Ji ber zextên li malbatê tên kirin zarokê mezin ê malbatê Zindan tevlî PKK’ê dibe. Piştî çûyîna wî zextên li ser malbatê zêdetir dibin.    XWESTINE BAVÊ ZAROKAN BIKIN SÎXUR    Hasan Yenî şifêriya serwîsê dike û debara malbata xwe pê dike. Di sala 2019’an de kesek li Hasan Yenî digere û dixwaze biçe cem Forûm AVM’ê û rêwiyan bigire û bigerîne. Yenî dema diçe ber pastexaneya li bin AVM’ê du kes wî dibin ser maseya xwe û jê re dibêjin ku ew ji îstîxbaratê ne. Ev kes jê re dibêjin haya wan jê çêbûye ku ew çûye Başûrê Kurdistanê û lawê xwe Zindan dîtiye û lê ferz kirine ku kî li wê derê ew pêşwazî kirine.    SOZA MAL Û WEAYÎTÊ    Ev kes ji bavê Zindan re dibêjin, “Ji bo lawê te paş de were em dikarin qanih bikin. Em te bibin, yên li wir nîşanî me bide bes e. Em kurê te bînin û tu jî li vir çi diqewime û li gundê we çi dibe ji me re bêje.” Her wiha ev kes jê re dibêjin dizanin ku deynê wî heye, wê li cihê herî luks xanî jê re bistînin û soza kirîna erebeyê didinê.    GILÎ DIKIN LÊ TIŞTEK JÊ DERNAKEVE    Hasan Yenî piştî vê gefa ku endamên îstîxbaratê lê dixwin, telefona xwe diguherîne û serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê dide û giliyê van kesan dike, lê belê tu encamek jê dernakeve.    BERXWEDAN DA PEY ZINDAN    Di nava demê de zextên li ser malbatê zêdetir dibin, vê carê lawê malbatê Berxwedan dide pey rêya kekê xwe Zindan û ji ber zextan derdikeve çiya. Lê belê Zindan di îlona 2021’an de li çoltera navçeya Pîrana Amedê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê Zindan radikin Saziya Tiba Edlî (ATK) û hêj radestî malbatê nehatiye kirin.    DAXWAZA ‘LI BER HDP’Ê RÛNÊN’ TÊ KIRIN    Di 22’yê kanûna 2021’an de malbat agahî werdigire ku lawê wan Zindan jiyana xwe ji dest daye. Beriya vê agahiyê birayê zindan ê biçûk H. (17) ji aliyê polîsan ve tê revandin û sîxurî lê tê ferz kirin. Polîs li malbatê digerin û dibêjin, “rêxistinê lawê we revandiye” da ku malbatê qanih bikin û bibin ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê û tevlî wan kesên li wir rûdinên bikin.    H. roja 4’ê çile êvarê dema ji kar derdikeve diçe malê polîs pêşiya wî dibirin û sîxuriyê lê ferz dikin. H. têkildarî wê rojê tiştên hatin serê wî axivî û da zanîn ku wextê ew ji kar diçû malê wesayîtek bi marka Ford Connet pêşiya wî ji aliyê du kesên bi rûpoş ve tê birîn û dixwazin wî li wesayîtê siwar bikin. H. li dijî polîsan derdikeve û ev kes wî bi darê zorê li wesayîtê siwar dikin û ev kes gefan lê dixwin. Ev kes ji H. re dibêjin, ‘Em te û malbata te nas dikin. Heke tu agahiyan bidî me em ê pereyan bidin te. Em dikarin kekê te Berxwedan ê li çiyê jî paş de bînin. Ji bo ku dayik û bavê te biçin ber HDP’ê ji me re bibe alîkar.”    GEFAN LI MALBATÊ DIXWIN    H. teklîfa van kesan red dike. Ev kes gefên kuştinê li H. û malbata wî dixwin. Ji ber daxwaza wan nayê qebûlkirin H. berdidin û paşê ji wir direvin.    Malbata Yenî ji bo ev titşa hatiye serê lawê wan carek din serî li ÎHD’ê dan û giliyê van kesan kirin.    ‘DIXWAZIN ME BIKIŞÎNIN NAV TIŞTÊN CUDA’    Dayika H., Menîce Yenî da zanîn ku ji ber zextên bi salan e ew pê re rûbirû mane du lawên wî çûne çiya û bi mehan e cenazeyê lawê xwe Zindan wernegirtiye. Menîce Yenî destnîşan kir ku dewlet dixwaze wan bikişîne nava tiştên cuda û wiha got: “Tişta ku anîne serê lawê min H. dilê meriv dişewitîne. Yên ku 4 meh cenazeyê lawê min nadin radibin daxwaza sîxuriyê li me dikin. Bi çi rûyî vê yekê ji me dixwazin. Em ê çawa nirx û rûmeta zarokên xwe biavêjin û biçin ber HDP’ê? Dixwazin îradeya me bişikînin. Ez ê heta dawiya emrê xwe li pey zarokên xwe bim. Em dixwazin êdî zext û gefên li ser me werin bidawîkirin.”