Rêya Dîlok û Edeneyê hat girtin, bi hezaran kes di rê de man 2022-01-19 12:18:46 DÎLOK/MÊRDÎN - Ji ber barîna berfa zêde ya li herêmê rêya Dîlok û Edeneyê hat girtin û bi hezaran kes di rê de man.  Ji ber barîna berfa zêde ya li Dîlokê rêya bejahiyê ya Dîlok û Edeneyê hat girtin. Li herêma Çiyayê Nûr gelek wesayît û bi hezaran kes di rê de asê man. Bi hezaran welatiyên di rê de man, bertekên xwe li ser medya dîjîtal parve kirin. Parvekirinên bi etîketa #Gaziantep di twîtterê de hatin kirin, di rojeva Tirkiyeyê de derket dora yekemîn. Welatiyên ku asê man, bi parvekirinên xwe diyar kirin ku 17 saetên di rê de ne û bang kirin ku rayedar îstîfa bikin.      Welatiyên ku ji ber barîna berfa zêde li herêma Çiyayê Nûr ê Dîlokê asê man, mecbûr man biçin tesîsên li ser rê. Bi sedan kes çûn tesîsan û hat hînbûn ku tesîsekê bihayê çayê ji 2 lîreyan derxistiye 4 lîreyan. Hat diyarkirin ku heman zêdekirin di bihayê xwarinan de jî hatiye kirin.    Hin parvekirinên bi bertek ên di twîtterê de hatin kirin wiha ne:      “* Onder Guner: 14 saet in li vir im ne kes agahiyê dide ne jî kes tê alîkariyê.    * CK: Hêvî dikim ku serê sibê ji Çiyayê Nûr û herêmên din ên berf lê barî ye agahiyên mirinê neyên. 9-10 saet in mirov di rê de mane û li benda alîkariyê ne. Hindik maye ku sotemeniya wesayîtan biqede. Nêzî 15 saet in mirovên ku di nava wan de pitik, pîr û nexweş hene li benda alîkariya LEZGÎN in.    * Asiye Beyza: Em bi saeta ne di wesayîtê de sekinîne, yekane tişta dibêjin xebat didomine.      * Kesên tên diçin nînin. Temam baş e hûn dixebitin lê kesê ku hatiye vir tune ye. 15 saet çêbûn, xwarin nîne. Zilam bi awayekî dikarin pêwistiya xwe ya tuwaletê pêk bînin lê jin û zarok perîşan bûne. Kesên ku mazotên wan xelasbûne hene. Bahçe Çiyayê Nûr   * Salih Emre Yazici: 12 saet in em di rê de asê mane. 12 saet in hûn nikarin çi vekin. Di evqas saetê de rêyeke nû dikare were çêkirin!”   LI MÊRDÎNÊ JÎ BERF BARÎ   Bandora barîna berfa zêde ya li navçe û navenda Mêrdînê didome. Li bajarê ku tevî barîna berfê bahoz û mijê jî bandor dike, dibistan rojekê hatin betalkirin û ji kedkarên cemaweriyê re jî rojekê destûr hat dayîn. Barîna berfa zêde bandor li herêmên bilind û navçeya Qoserê ku piştî salên dirêj berf lê barî kir. Li bajarê hin rêyên gundan hat girtin, xebatên rê vekirinê yên tîmên Rêyên Bêjahiyê didomin. Xebatên paqijkirina berfê yên li nava bajêr jî didomin.