Piştî ku rê hatin girtin qeyûm meseya qrîze ava kir 2022-01-19 13:01:07   AMED - Rexmî ku meteorolojiyê hişyar kiribû jî şaredariyên ku ji aliyê  qeyûman ve tên birêvebirin bergiriyên berfê nehatin girtin û rê hatin girtin. Qeyûmê Amedê piştî ku rê hatin girtin meseya qrîzê ava kir.    Meteorolojiyê hişyarî da ku wê heta 3 rojan berfeke zêde bibare. Rexmî vê hişyariyê jî şaredariyên ku ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin bergiriyên berfê nehatin girtin û rê hatin girtin. Piştî ku li ser medya sanal gelek rexne li wan hatin kirin qeyûmê Amedê daxuynî da û angaşt kir ku bi 21 wesayîtan bi berfê re têdikoşin û wê 24 saetan bixebitin. Ji ber ku xebatên vekirina rêyan nehatibûn ku otobusên şaredariyê saet di 09.30'an dest bi seferan kirin. Her wiha qeyûm ragihand ku li dijî berfê meseya qrîzê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ava kirine.     Ji ber vê xemsariya qeyûmê Amedê li bajar gelek qezayên trafîqê pêk hatin. AFAD'ê ragihand ku li ser rêya Amed û Çewlikê 11 TIR û 22 welatî,  li navçeya Rezan TIR'ek û malbatek, li navçeya Hêzê 10 wesayît, li ser rêya Riha û Amedê jî dormîşek, 12 welatî asê mane.    Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin li navçeya Farqînê jî ji ber moranê gelek wesayît di rêyan de asê mane.