Ji bo aktîvîstê aştiyê ceza hat xwestin 2022-01-19 13:24:40   ÎZMÎR - Bi sûcdariya "Heqareta li Ataturk" ji aktîvîstê aştiyê Yannis Vasilis Yaylali re ceza hat xwestin.    Bi hinceta ku "heqaret" li Ataturk kiriye, derbarê aktîvîstê aştiyê Yannis Vasilis Yaylali ku demeke dirêj e li Yewnanistanê dijî de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lepirsîn bi vekirina dozê bi encam bû. Dozgeriyê xwest ku derbarê Yaylali de doz bê vekirin.    Yaylali, di 10'ê tîrmeha 2020'an de li ser hesabê xwe yê medya sanal bertek nîşanî veguhertina Muzeya Ayasofyayê ya ji bo mizgeftê dabû û ev parvekirin kiribû: "Divê Mala Mustafa Kemal a li Selanîkê bê girtin, li şûna wê Muzeya Qirkirina Pontosan bê lêkirin. Cihê qirkerekî mîna Mustafa Kemal li Selanîkê tune ye."   'CIHÊ WÎ TUNE YE'   Piştî ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve doz lê hat vekirin Yaylali, belgenameya dozgeriyê li ser hesabê xwe yê medya sanal parve kir û ev şîrove li ser nivîsand: "Pêkane ku muzeyeke weke propagandaya Adolf Hitler bê hesibandin li Berlînê bê vekirin? Ez dîsa dubare dikim. Ji mala serkêşê qirkirina pontosan Mustafa Kemal re li Selanîkê cih tune ye, divê demildest bê girtin. Hûn jî dîsa dikarin ji heqareta Mûstafa Kemal doz li min vebikin."