Doza karesata keştiyê ku 61 penaber fetisîbûn hat taloqkirin 2022-01-19 14:45:33   WAN - Danişîna 6’emîn a doza karesata keştiyê ya li Gola Wanê ku bi mirina 61 penaberan encam girtibû hat dîtin.    Di 27’ê Hezîrana 2020’an de di karesata keştiyê ya li Gola Wanê de 2 jê zarok 61 penaber jiyana xwe ji dest dabûn û derbarê yek jê girtî 12 kesan de doz hatibû vekirin. Danişîna 6’emîn a doza derbarê 12 kesan de hatiye vekirin li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Bersûc bi sûcdariya “Qaçaxçitiya penaberan a bi bandor” û “Bi zanebûn bûyîna sedema mirina gelek kesan” tên darizandin. Yek ji bersûcên tê darizandin Medenî Akbaş bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerê penaberên jiyana xwe ji dest dan Mahmût Kaçan jî di danişînê de amade bû.    Şandeya dadgehê biryara berdewama girtina Akbaş û ji bo Serdozgeriya Komarê mutalaaya xwe amade bike dosya ji dozgeriyê re were şandin da û danişîn taloqî 2’yê Adarê kir.