ÎHD’ê xwest ku faîlên komkujiya Basayê werin darizandin 2022-01-22 15:01:09   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, xwest ku komkujiya Basayê were ronîkirin û faîlên wê bên darizandin.    Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi dirûşmeya “Bila winda bê dîtin, faîl bên darizandin li pêş Sumerbanka kevin daxuyanî da çapemeniyê.  Di daxuyaniya ku pankartên “Winda wijdanin xwedî lê derkeve” û “Winda diyar in faîl li ku ne” hatin vekirin de, endamên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya EGE’yê (EGE TUHAY-DER) piştgirî da çalakiyê.    Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli tiştên di komkujiya Basayê de qewimîn vegotin. Canli, da zanîn ku di 10’ê Çileya 1996’an de eskeran bi ser gundên Gêrê û Yatagan ên navçeya Basa de girtin û cerdevanên bere Abdûllah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytûllah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Orûç birin Tabûra Cendermeyan a Taşkonakê û ew bi îşkenceyê li wir qetilkirin.    Canli, bi lêv kir ku piştî komkujiyê şûna berpirsyaran kesên ku gotin faîl dewleta kûr e hatin darizandin û wiha axivî: “Di serlêdanên malbatan ên AÎHM’ê de Tirkiye sûcdar hat dîtin. Em dixwazin ku ji kesên  tetîk kêşandin heta kesên fermana vê komkujiyê dan hemû berpirsyar bên darizandin û ev bûyer bê ronîkirin.”