KESK: Bila xala 35'an were rakirin 2022-01-22 15:08:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Platformên Şaxan ên KESK’ê li gelek bajaran daxuyanî dan û xwestin endamên wan ên hatine îxrackirin li karên xwe vegerin û xala 35’an demkî were rakirin.    Platforma Şaxa a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên bajarên Mêrsîn, Amed, Riha û Wanê daxuyanî dan û xwestin endamên wan ên bi KHK’iyan hatine îxrackirin li karê xwe werin vegerandin û xala 35’emîn a ku sepanên OHAL’ê dide domandin were rakirin. Li Mêrsînê daxuyanî li Parka Zarokên Azad pêk hat û Berdevkê KESK’ê Mûrat Dogan daxuyanî xwend. Li Amedê jî daxuyanî li Parka Xezalê ya li semta Ofîsê pêk aht û Hevserokê Egîtîm Sena Amedê Şaxa Jimara 1’an Zulkuf Guneş daxuyanî da. Li Rihayê jî daxuyanî li avahiya ÎHD’a Rihayê pêk hat û Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Sumeyye Koç di daxuyaniyê de axivî. Li Wanê jî daxuyanî li Kolana Cumhuriyetê pêk hat û Serokê Şaxa Sendîkaya Genel-Îşê Omer Tekîn di daxuyaniyê de axivî.