Gardiyan girtiyan provoke dikin 2022-01-22 15:28:54   WAN - Mesût Eren ê li Girtîgeha Tekîrdagê girtî ye li gel malbata xwe hevdîtina rûbirû pêk anî û diyar kir ku her tim gardiyan li pey provokasyonê ne.    Mesût Eren li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F’yê girtî ye. Bi malbata xwe re hevdîtina rûbirû pêk anî û behsa binpêkirinên mafê mirovan ên diqewimin kir. Eren ê 18 sal ceza lê hatiye birîn û 8 sal in girtî ye û ji Wanê wî sirgûnî Kirklarelî kirine û herî dawî jî sirgûnî Tekîrdagê kirine. Eren da zanîn ku dema wî sewqî girtîgehê kirine ji ber ew li dijî lêgerîna tazî derketiye, gardiyanan lê daye û bi hêceta 4 caran cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn, înfaza wî hat şewitandin.    GARDIYAN LI PEY PROVOKASYONÊ NE   Eren bal kişand zextên li ser girtiyên siyasî û destnîşan kir ku gardiyan bi taybetî li pey provokasyonê ne û gardiyan her tim heqaret li girtiyan dikin û ew di warê başkirina şert û mercan de li benda hestiyariyê ne.    MALBAT BI FIKAR E    Esma Eren a xwişka Eren jî anî ziman ku her ku diçe rewş û şertên girtiyan nebaş dibe û ew ji vê yekê bi fikarin û dixwazin sazî û dezgeh di vê derbarê de xwedî li girtiyan derkevin.