Gunturk ê divê cara duyemîn emeliyat bibe nayê berdan 2022-01-22 15:39:49 STENBOL - Kekê girtiyê nexweşê giran Mûrat Gunturk, Nacî Gunturk diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên birayê wî pêşve diçin û wiha got: “Tiştek bi serê Mûrat were agahiya me pê çênabe.”   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, 513’emîn çalakiya xwe ya “Rûniştina F” li avahiya komeleya xwe ya li Taksimê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweşê giran Mûrat Gunturk ê di Girtîgeha Hejmara 5’an a Sîlîvriyê de tê ragirtin. Li eywana ku daxuyanî lê hat dayîn pankarta “Bila girtiyê nexweş Mûrat Gunturk bê berdan” hat daliqandin. Endamê Komîsyonê Mehmet Acettîn ê metna daxuyaniyê xwend, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin û bi lêv kir ku jiyana girtiyan di bin xetereyê de ye. Acettîn, diyar kir ku mirina Ramazan Tûran ê 70 salî yê di hucreya yek kesî ya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê dihat ragirtin delîla vê yekê ye.    ‘EM Ê BÊDENG NEMÎNIN’   Acettîn, derbarê rewşa tenduristiyê ya Mûrat Gunturk (38) ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Silivriyê tê ragirtin de agahî dan û bi lêv kir ku wê ji terkkirina mirinê ya Gunturk re bêdeng nemînin.   JI DAXWAZA TALOQKIRINA ÎNFAZÊ RE BERSIV NAYÊ DAYÎN   Acettîn destnîşan kir ku tevî pirsgirêkên tenduristiyê û 6 sal û 3 meh cezayê li Gunturk hatiye birîn dê di Adara 2022’yan de temam be jî ji daxwaza taloqkirina înfazê ya parêzerê wî re bersiv nehatiye dayîn û jiyana wî di xetereyê de ye. Acettîn, xwest ku hemû girtiyên nexweş bên berdan, binpêkirinên mafan bi dawî bibin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.   KÊKÊ WÎ: TIŞTEK BI SERÊ WÎ WERE AGAHIYA ME JÊ ÇÊNABE   Kekê Mûrat Gunturk, Nacî Gunturk bi lêv kir ku tiştek bi serê birayê wî were agahiya wan jî jê çênabe. Gunturk, destnîşan kir ku ji ber birayê wî di demê xwe de sewqî nexweşxaneyê nehat kirin divê cara duyemîn emeliyat bibe û wiha got: “Bijîj got ku ferqkirine ku perçeyekî qasê serê derziyê di tumor de maye û tedaviya işine an jî emeliyateke duyemîn difikirin. Birayê min salek û nîvan sewqî nexweşxaneyê nehat kirin, heke di dema dema xwe de teşhis hatibûya danîn dibe ku bi dermanan jî derbas buya. Em difikirin ku ji ber helwesta dijminane ya bijîjkê revire sewqa wî hatiye dereng xistin. Ji xwe şertên girtîgehan xerab in, emeliyata wî dîsa dê were dereng xistin, sewqa wî nayê kirin. Ji ber vê yekê em dixwazin demildest were berdan. Hewl daye ku binpêkirinên mafan bi nameyekê ji parêzer û parazvanên mafan re bişîne lê îdareya girtîgehê dest daniye ser nameyên wî.”