Li Denîzliyê pitikek Efxanistanî bi awayek guman mir 2022-01-22 16:59:48   DENÎZLÎ - Pitikek 40 rojî ya malbatek Efxanistanê mirî hat dîtin.    Li navçeya Pamûkkaleyê ya Denîzliyê pitikek 40 rojî ya malbatek ji Efxanistanê hatiye di dergûşa xwe de mirî hat dîtin. Piştî lêkolîna hat kirin cenazeyê pitik ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Denîzliyê.    Dozgeriyê derbarê vê mirina biguman de lêpirsîn da destpêkirin û polîsan ji bo îfadeyên wan bigirin dayik û bavê pitik Emîne û Tajmir Sultanî birin midûriyeta polîsan.    Li ser laşê pitik şopek an jî birînek nehat dîtin û tê payîn sedema mirinê ya teqez di rapora otopsiyê  de eşkere bibe.