Rojnamevan Sedef Kabaş hat girtin 2022-01-22 19:30:39   NAVENDA NÛÊEYAN - Rojnamevan Sedef Kabaş ku bi tawanbarkirina "heqareta li serokkomar" hatibû binçavkirin, hat girtin.   Rojnamevan Sedef Kabaş ku ji ber gotinên xwe yên di bernameyeke televîzyonê de bi tawanbariya "heqaret li serokkomar kiriye" hatibû binçavkirin, hat girtin.   Kabaş ku derengê şevê hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Stenbolê hat kirin. Kabataş, piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya nobedar hat kirin. Dadgeriyê jî bi heman tawanbariyê biryara girtina Kabaşê da.