Çalakiya malbata Doku di roja 28’emîn de ye 2022-01-28 14:14:36 DÊRSIM - Malbata Gulistan Doku ya li ber Edliyeya Dêrsimê çalakiya rûniştinê li dar xist di roja 28’emîn de berdewam dike.    Xwendekara Zanîngeha Mûnzûra Dêrsimê Gulistan Doku ji 5’ê çileya 2020’an ve winda ye. Malbata Doku ji bo aqûbeta keça xwe hîn bibe ji serê mehê ve li ber Edliyeya Dêrsimê çalakiya rûniştinê li dar dixe. Çalkiya malbatê di roja 28’emîn de berdewam dike. Malbatê wêneyên keça xwe hildan û pirsa, “Gulistan li ku ye?” kir.    Bedriye Doku anî ziman ku 2 sal in agahî ji keça xwe nagire û got: “Çima hûn Gulistanê nabînin? Li bajarekî ku çar aliyê wê bi kamerayan hatiye dorpêçkirin, çawa dibe ku hûn keça min nabînin?”    Endamên Platforma Dersimê ya Jinan jî piştgirî dan malbatê.